Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Japonya rêzê ji referandûm û mafê Kurdan re digre
 
Japonya rêzê ji referandûm û mafê Kurdan re digre
2017-07-10 18:18
MediaKurd > info@mediakurd.com
Ji derveyî dewletên dagîrkerên Kurdistanê, rêz û piştgirîya ji referandûma serxwebûna Kurdistanê û mafê gelê Kurd re zêde dibin. Konsolosê Japonya yê li Kurdistanê jî piştgirî da referandûmê û rêz ji mafê rewa yê milletê Kurd re girt.

Şanda pêwendiyên derve yên PDK li Hewlêrê serdana Konsulxaneya Giştî yê Japonyayê kir. Di hevdîtinê de Katsumî Moryanso kêfxweşîya xwe anî zimên û pesnê pêwendî û têkilîya navbera herdu alîyan da.

Konsolosê Japonya Katsumî Moryanso, anî zimên ku welatê wî rêzê ji maf û daxwazên milletê Kurd re digre û got: "Divê pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê bi danûstandinê bên çareserkirin".