Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Ji referandûmê re na, ji yekîtîya Sûrîyê re erê
 
Ji referandûmê re na, ji yekîtîya Sûrîyê re erê
2017-06-27 17:31
MediaKurd > info@mediakurd.com

Hevserokê PYD Salih Mislim carek din nêta xwe eşkere kir û yekîtîya xak û sînorên Sûrîyê parazt.

Salih Mislim, di derbarê Rojavayê Kurdistanê de ji rojnameya Şarq El Awsat re axivî û gotinên ku “wê li rojava jî referandûm bê lidarxistin” derew derxist.

Salih Mislim, anî zimên ku “Tu daxwaza PYD tuneye li Rojava referandûma serxwebûnê li dar bixe. Em piştgirîya Sûrîyeyek yekgirtî dikin”.

Mislim, di axavtina xwe de herweha anî zimên ku li Sûrîyê sîstema herî baş sîstema federal e û ew ji bo xelkên Sûrîyê federasyonê destek dikin”.