Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Divê bê qebûlkirin ku jiyana ligel Iraqê nemaye
 
Divê bê qebûlkirin ku jiyana ligel Iraqê nemaye
2017-06-26 15:20
MediaKurd > info@mediakurd.com
Referendûma serxwebûna Kurdistanê dewletên dagîrker aciz dike û di daxuyanîyên xwe de li dij derdikevin. Dagîrkerên Kurdistanê naxwazin Kurdistan serbixwe bibe û sînorên wan bên guhertin. Ji ber vê jî, hewl didin ku bi her awayî astengîyan ji referandûmê re derxin.

Di vê derbarê de Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ragehand ku „referandûma serxwebûna Kurdistanê ne ji bo desttêwerdana sînorên welatên cîranê Başûrê Kurdistanê ye, bi referandûmê tenê wê sînorê di navbera Kurdistanê û Iraqê diyar bike“.

Mesrûr Barzanî, ji rojnameya Brîtanî The Guardîan re axivî û got: „Daxwaza Herêma Kurdistanê ne desttêwerdana sînorên welatên cîran e. Referandûm ji bo diyarkirina sînorên navbera Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê ye“.

Barzanî, da zanîn ku êdî dema qebûlkirina wê yekê hatiye ku modela bihevrejiyanê li Iraqê nemaye, iraq di pratîkê de parçe bûye û referandûm jî wê vê rastîyê nîşan bide.