Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Referandûm û serxwebûna Kurdistanê mijarek niştimanî û neteweyî ye
 
Referandûm û serxwebûna Kurdistanê mijarek niştimanî û neteweyî ye
2017-06-22 18:39
MediaKurd > info@mediakurd.com

Kurê Qazî Mihemed û siyasetmedarê Rojhilatê Kurdistanê Elî Qazî, di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de ji çapemenîyê re axivî. Elî Qazî, ragihand ku referandûma Başûrê Kurdistanê erkekî niştimanî û neteweyî ye û teqez kir ku Kurdên hersê parçeyên din jî piştgirîya referandûma Başûrê Kurdistanê dikin.

Elî Qazî, di mijara referandûma serxwebûnê de herweha destnîşan kir ku serxwebûna başûr wê rêya serxwebûnê li pêşiya her sê parçeyên din jî veke û got: “Di rêya serxwebûna Kurdistanê de gelê Kurd bi sed hezaran şehîd dane. Niha dema referandumê ye û divê em hemû piştgirîya wê bikin, ji ber ku referandûm pirsek neteweyî ye. Dema Komara Kurdistan hat ragihandin, bavê min Qazî Mihemed ji gelê Kurd re got: Ev e roja azadiya gelê Kurdistanê. Heke Pêşewa Qazî Mihemed li vir bûya, wê bigota Kurdino ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bibin yek”.

Elî Qazî, bi dewamî anî zimên û got ku "Tu hincetek ji bo dijayetiya referandûma serxwebûnê tuneye. Ev dewleta Kurdî wê bibe pêngava yekem ji bo Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê ku ew jî ber bi serxwebûna xwe ve biçin".