|
Di pêşeroja nêzîk de neteweyê ku yekem bibe dewlet Kurd in“ |
|
2017-06-19 00:00 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Dîrektorê Enstîtuya Lêpirsînên Mafê Mirovan a Zanîngeha Kolumbîyayê û Şêwirmendek ji yên karên derve yê Amerîkayê Davîd L.Phîllîps, di analîzek xwe de, di derbarê Kurdan de got: „Di pêşeroja nêzîk de neteweyê ku yekem bibe dewlet Kurd in“.
Davîd L.Phîllîps, di derbarê referandûmê û piştî referandûmê de got: „Îlankirina serxwebûnê divê piştî referandûmê ne bi derengî bê kirin û dereng neyê hiştin. Piştî referandûmê, divê di nava salekê de (12 meh) serxwebûna Kurdistanê bê îlankirin. Ji bo vê jî, divê hikûmeta Kurdistanê demokrasîya navxweyî û mafê mirovan saxlemtir û bilindtir bike“.
Davîd L.Phîllîps, bal kişand ser serxwebûna Kurdistanê û got ku „serxwebûna Kurdistanê wê bandorek mezin li temamê Kurdan bike. Wê bibe navenda yekbûn û yekîtîya Kurdan, wê hîzîpçîtî û dijberîyê ji nav wan rake“.
Davîd L.Phîllîps , analîz û şiroveya xwe bi van gotinan diqedîne:
Gotinek Kurdan heye dibêjin: „Ji çiyan pêve tu dostên Kurdan tunene“.
Li Rojhilata Ereb jî ji Kurdan pêve tu hevalên Amerîkayê tunene. |
|
|