|
Grûpên ayînî û etnîkî piştgirîya referandûma serxwebûnê dikin |
|
2017-06-12 19:01 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Grûpên etnîkî piştgirîya referandûma serxwebûnê dikin
Piranîya grûpên etnîkî, hem olî hem netewî, piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin û bi daxuyanîyekê piştgirîya xwe eşkere kirin.
Nûner û berdevkê giştî yê grûpên olî û netewî Newzad Polîs Hene, bi navê hemû kêmnetew û ayînên Kurdistanê wek Kurdên Êzdî, Xiristiyan, Zerdeştî, Kakayî, Co, Saîbe, Mendayî û Turkmenên Kurdistanê, di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de piştgirî da helwesta alîyên siyasî û serokê Kurdistanê.
Di daxuyanîya Newzad Polîs Hene de daxwaz ji welatîyên Kurdistanê hat kirin ku, beşdarîya referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin û dengê bidin serxwebûna Kurdistanê.
|
|
|