Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Avabûna Kurdistanê ne xeyal e
 
Avabûna Kurdistanê ne xeyal e
2017-06-12 18:48
MediaKurd > info@mediakurd.com
Nivîskar û fîlozofê Fransî Bernard Henri Levy, dostekî milletê Kurd e û piştgirîya dewleta Kurdistanê dike. Bernard Henri Levy, ji televizyona Misrî AlGhad re axivî û piştgirîya xwe dubare kir.

Bernard Henri Levy, pesnê milletê Kurd da û got: „Dewletbûna Kurdistanê wê li Rojhilata Navîn bibe bingehê aramî û mêzîna demokrasîyê, çunkî milletê ku li Rojhilata Navîn demokrasî, mafê mirovan û wekhevîya jin û mêran diparêze, milletê Kurd e“.

Nivîskar û fîlozofê Fransî Bernard Henri Levy, di derbarê Kurdistana mezin de jî axivî û got: „ Belkî avakirina Kurdistana mezin îro xeyal be, lê li Iraqê damezrandina dewleta Kurdistanê ne xeyal e, rastî ye. Ezê heta bi dawîyê piştgirîya dewleta Kurdistanê bikim“.

Herî dawîn Bernard Henri Levy, bi fîlmê „La Batille De Mossoul – şerê Mûsilê“ dîsa dostanîya xwe dubare kir û xwest qehremanî û lehengîya pêşmergeyên Kurdistanê raxe ber çavê awira gelemperî ya cîhanê.