Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Grûp û partîyên Turkmen û Keldanî piştgirîya referandûmê dikin
 
Grûp û partîyên Turkmen û Keldanî piştgirîya referandûmê dikin
2017-06-11 17:35
MediaKurd > info@mediakurd.com

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi 19 grûpên siyasî û partîyên ku li derveyî parlamentoya Kurdistanê mane civînek saz kir. Piştî şirove û nirxandinên piştî civînê, rewşa navxweyî, navnetewî, tekoşîn û bedelên ku milletê Kurdan ji bo serxwebûnê dane li ber çav hatin girtin.

Di encamê de her 19 grûp û partîyên siyasî biryarmend û herfikir bûn ku ji bo referandûma 15ê Îlonê bixebitin, di komîteyên referandûmê de cîh bistînin û ji bo serkeftina referandûmê kar bikin. Her 19 grûp û partîyên siyasî, biryara referandûmê wek biryarek dîrokî nirxandin û piştgirîya xwe eşkere kirin.

Hinek ji wan grûp û partîyên ku piştgirîyê didin referandûma serxwebûnê ev in:

Yekîtîya Netewî ya Demokratîk a Kurd

Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan

Partîya Netewî ya Kurdistanê

Partîya Aştîxwazên Kurdistanê

Partîya Pêşverû û Demokrat a Kurdistanê

Tevgera Demokratîk û Azadî ya Kurdistanê

Partîya Demokratîk a Beyt En-Nehreyn

Mînbera Demokratîk a Keldanîyan

Tevgera Demokratîk a Turkmenan

Tevgera Demokratîk a Serbixwe

Partîya Demokrak a Turkmenên Kurdistanê

Komela Çandî ya Turkmenên Kurdistanê

Partîya Gelê Turkmen

Partîya Lîberal a Turkmenan

Partîya Netewî û Azadîya Turkmenan