Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Êzîdî hemû piştevaniya referandûmê dikin
 
Êzîdî hemû piştevaniya referandûmê dikin
2017-06-09 22:23
MediaKurd > info@mediakurd.com
Biryara referandomê di nav piramîya Kurdan de bû cîhê kêfxweşî û dilxweşîyê. Kurdên Êzîdî jî ji bo vê biryara pîroz kêfxweşîya xwe anîn zimên û piştgirî dan referandûma serxwebûna Kurdistanê.

Şêwirmendê Encumena Rûhanî ya Êzîdîyan Kerîm Silêman, ji malpera fermî ya PDKê re anî zimên ku „biryara referandomê biryar û destkeftîyek dîrokî ye û em jî wek Kurdên Êzîdî piştevanîya wê dikin“.

Kerîm Silêman, di axavtina xwe de got: „Êzîdî bi hemû awayî piştgirîya referandomê dikin, ji ber ku referandom wê bi xwe re serxwebûnê bîne û serxwebûn jî wê bibe dermanê derd û nexweşiyên Êzîdîyan“.

Şêwirmendê Encumena Rûhanî ya Êzîdîyan Kerîm Silêman, bang li Êzîdiyan kir ku di roja referandomê de dengê “erê” bidin û got: „Ji bo ku Êzîdî cardin rastî karesatan neyên û Êzîdî neçarî dijminan nebin, divê hemû Êzîdî dengê “erê” bidin. Em dixwazin bibin beşek ji Herêma Kurdistanê“.