|
Êdî rastiya PKKê eşkere bûye |
|
2017-06-07 19:21 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
PKK û Heşdî Şebiî li Şingalê bi hev re dixebitin û ji bo berjewendîyên Îranê her karî dikin. Bi taybet hevkarîya wan li dijî PDK, Barzanî û serxwebûna Kurdistanê ye û ji bo vê yekê jî, hewl didin ku hinek Kurdên Êzdî ji Kurdayetîyê dûr bixin û wek milletekî din derxin pêş, wan li dijî Kurdistanê bi kar bînin.
Endamê Serkirdatiya PDK û Berpirsê Şaxa 20 yê PDK li Şêxan Mehmûd Êzdî, di vê derbarê de anî zimên ku "Êzdiyan gelek qurbanî dane û êdî dixwazin ew û navçeyên wan bi yekcarî vegerin ser Herêma Kurdistanê".
Mehmûd Êzdî, ji çapemenîyê re ragihand ku “Êzdî li hêviya referandûma Kurdistanê ne da ku biryarê bidin Şingal û navçeyên din ên Êzdiyan vegerin ser Herêma Kurdistanê. Êzdiyan gelek karesat dîtine û gelek qurbanî dane û tekane çareserî jî ew e ku navçeyên wan vegerin ser Herêma Kurdistanê.”
Êzdî rexne li PKK jî girt û got: “Hinek alî dixwazin dîsa navçeyên me vegerînin bin destê Iraqê û navên cuda li navçeyên me dikin. Ji Kurdên Êzdî re tu xêr di vê yekê de tuneye. Ji roja karesata Şingalê û heta niha Hikûmeta Iraqê tiştek ji Êzdiyan re nekiriye û ti alîkarî nedaye wan. PKK dixwaze destê xwe deyne ser Şingalê û xelkê Şingalê dixapîne. Lê ji Êzdiyan re eşkere bûye ku PKK çi siyasetê birêve dibe. Em dikarin bêjin tenê Hikûmeta Kurdistanê alîkariya Êzdiyan kiriye.” |
|
|