|
7 welatan têkilîyên xwe û Qatarê qut kirin |
|
2017-06-05 15:18 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Ji bo ku dewleta Qatar destek û piştgirîyê dide rêxistinên terorê yên wek îslamîstên radîkal, 7 welatan têkilî û dan û stendinên xwe bi Qatarê re qut kirin.
Piştî Siûdî Erebistanê, Emîratên Erebên Yekgirtî, Bahreyn, Misir, Lîbya, Yemen û Maldîvya jî dawî li têkilîyên xwe yên bi Qatarê re anîn. Li gor agahdarîya ajansa fermî ya Yemenê Saba, Qatar bi piştgirî û alîkarîkirina Hûsîyan (alîgirên Îranê) hat tohmetbarkirin. Ji bo ku Qatar alîkarîya Hûsîyan dike, Yemenê têkilîyên xwe yên dîplomatîk bi Qatarê re qut kirin.
Ajansên S.Erebistan, Emîrat, Bahreyn û Misirê ragihandin ku qutkirina têkilî û hevkarîya bi Qatarê re ji ber piştgirîya wê ya bi rêxistinên terorîst re ye. Ji ber vê sedemê, Misir û S. Erebistan bi Qatarê re çûn û hatina deryayî û hewayî jî bi Qatarê re qut kirin û asteng kirin. Wezareta Derve ya Qatarê, di vê derbarê de helwesta wan welatan rexne kir û got: „Biryara van dewletên Erebî ne meşrû ye. Ev biryar îhlalkirina serwerîya Qatarê ye“.
Sedema herî girîng a van dewletên Erebî ev e ku Qatar piştgirî û alîkarîyê dide rêxistinên terorîst yên wek ÎŞÎD, Brayên Misliman, El Kaîde, Hûsî û gellek rêxstinên din. Qatar, hem aborî, hem leşgirî û hem jî di warê medya û çapemenîyê de piştgirîya van rêxistinan dike û propagandaya wan dike Her 7 welatên Erebî, hem hewayî, hem deryayî, hem jî bejayî têkilîyên xwe dan rawestandin û helwestek tund li hember Qatarê girtin.
Helbet ev helwest darbeyek li dewleta Tirkiyê jî xist. Ji ber ku Tirkiye alîkarîyek mezin a aborî ji Qatarê distîne û di piştgirîya ÎŞÎD û rêxistinên îslamî de xwedî heman helwest û şirîk in, biryara wan 7 welatên Erebî dewleta Tirk jî aciz kir.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çawûşoglû di vê derbarê de nerazîbûna xwe anî zimên û da zanîn ku ewê bibe qasidê lihevhatîna wan welatan. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tîllerson jî bang li welatên Erebî kir ku pirsgirêkên xwe çareser bikin û di nava tifaqê de bin.
|
|
|