Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Heke Kurd bibin dewlet, divê em rêzê jê re bigrin
 
Heke Kurd bibin dewlet, divê em rêzê jê re bigrin
2017-06-04 15:30
MediaKurd > info@mediakurd.com

Stratejîstê Rûs Alexander Dugîn, di derbarê Kurdan û rewşa herêmê de ji rojnameya Tirkî Star da re axivî.

Alexander Dugîn, ji rojnameya Star re got: „Amerîka û rojavayî dixwazin Kurdan manîpule bikin û bi mahneya Kurdan Sûriye, Tirkiye û Îranê parçe bikin. Lê divê em Kurdan netirsînin. Divê em rêzê ji wan re bigrin û wan beşdarî nav projeya Awrasyayê bikin. Heke dewleta Kurdî ava bibe, divê em wê bi destê Amerîkayê ve bernedin“.

Stratejîstê Vladîmîr Pûtîn Alexander Dugîn, di axavatina xwe de got:" Amerîka û Îsraîl dixwazin Kurdan ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin û bi vî awayî dixwazin herêmê têkilhev bikin, Sûriye, Tirkiye û Îranê parçe bikin. Divê em bandora Amerîka ya li herêmê bişkînin. Divê em Kurdan bikşînin alîyê xwe."

Li gor bawerîya Alexander Dugîn, dewletên herêmê bêyî ku Kurdan bitirsînin, divê çareserîyek maqûl ji faktora Kurd re bibînin.