|
Talabanî Kurd in |
|
2017-06-04 15:22 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Endama Polîtburoya YNK Ala Talabanî, di kanalek televizyona nêzîkî Nûrî Malikî de axivîbû û di derbarê kok û nîjadê Talabanîyan de gotibû „Talabanî bi koka xwe Erebên Şiî ne û ne Kurd in“ .
Ala Talabanî wek kesayetîyek li dijî PDK û Barzanîyan tê naskirin û herweha dijminatîya serxwebûna Kurdistanê dike. Ala Talabanî nêzîkî Nûrî Malikî û Îranê ye û siyaseten xizmeta wan dike.
Di vê derbarê de Sekreterîya Serokê YNK Celal Talabanî, gotinên Ala Talabanî derew derxist. Sekreterîya Celal Talabanî, di derbarê gotinên Ala Talabanî de got: „Herkes zane ku Talabanî ji binemala Zengene ne û Kurd in“.
Ala Talabanî gotibû: "Malbata Talabanî bi koka xwe Erebên Şiî ne û ji eşîra Benî Esed in. Ji ber vê yekê, hinek parlamenterên ji eşîreta Benî Esed me wek pismam û dormamên xwe dibînin“.
Sekreterîya Celal Talabanî, bi daxuyanîyekê bersiva Ala Talabanî da û gotin: „Ala Talabanî ji gotinên xwe berpirsiyar e û ev gotin ne rast in. Herkes zane ku Talabanî ji binemala Zengene ne. Di dema rejîma Baas de jî heman tohmet û derewên bi vî awayî di derbarê Celal Talabanî de dihatin gotin. Tu têkilî û nêzîkbûna Talabanîyan bi eşîreta Benî Esed re tuneye. Talabanîyan her demê nasnama xwe ya Kurdî paraztine û di vê rêyê de bedel dane. Talabanî Kurd in û ji terîqeta Qadirî ne".
|
|
|