|
120 tir çekên giran dan YPG |
|
2017-06-02 19:20 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
PIştî ku Serokê Amerîkayê Donad Trump biryarnameya çekan îmze kir, Amerîkayê 4 caran çekên giran dan YPG. Herî dawîn jî Amerîkayê 120 tir çekên giran radestî YPG kir.
Berpirsê Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê radestkirina çekên giran dupat kir û got ku Amerîka tribêlên Hummer, çekên giran yên wek doçka, top û çekên din radestî wan kiriye.
Berpirsê HDS eşkere kir ku 120 tir çek û trimbêl gihiştine destê wan û got: "Amerîkayê bi sedema şerê li dijî DAÎŞê trimbêlên şer û çekên giran ji me re şandin. Amerîkayê berî niha jî çend caran çek ji me re şandibûn. Amerîkayê vê carê fuze, doçka, çekên giran yên otomatîk û trimbêlên Hummer ji me re şandin".
Li gor daxuyanîya berpirsê HDS, ew plan dikin ku di nava hefteyekê de têkevin bajarê Rakkayê.
|
|
|