|
Gelo wê dîwar fêde bikin? |
|
2017-06-02 18:51 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Di dema xwe de Çînê ji bo rê li ber êrîşên Moxolanên barbar bigrin, dîwarê(sed) ê Çînê ava kirin. Balkêş e ku îro jî Tirk ji ber tirsa Kurdan û serxwebûna Kurdistanê dîwaran lêdikin û parçeyên Kurdistanê bi lêkirina dîwaran dîsa parçe dikin.
Serokê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan, ragehand ku wê dîwarekî li ser sînorê di navbera Tirkiyê, Îran û Kurdistanê de ava bikin. Ji xwe li ser sînorê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê (Sûrîyê) 650 kîlometro dîwar hatiye avakirin û lêkirina dîwêr berdewam e.
Tirkiye ji bo xwedêgiravî parastina ewlehiya sînorê xwe welatan di sala 2014an de dest bi avakirina wî dîwarî kiriye. Bi lêkirina dîwarê navbera Tirkiyê û Sûrîyê (Bakur û Rojavayê Kurdistanê) dixwest têkilîyên Kurdên Bakur û Rojava qut bike. Niha jî dixwaze têkilîyên Kurdên Bakur, Başûr û Rojhilat qut bike û çûn û hatina wan seqet bike.
Lê di vê derbarê de pirsek tê bîra mirov:
Bi lêkirina dîwaran helbet hûn karin têkilîyên Kurdan kêmtir bikin.
Lê hûnê çawa di ser û mejîyê Kurdan de dîwar lêkin?
|
|
|