Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Fermana kujtina Kurdan dabû, ew hat kujtin
 
Fermana kujtina Kurdan dabû, ew hat kujtin
2017-05-30 16:57
MediaKurd > info@mediakurd.com
Rojnameya Yenî Akît dijminatîyek xirab li dijî Kurdan dike. Gerînendeyê wê Kadîr Demîrel jî nîjadperestekî Tirk e û Kurdan ji xwe re wek dijmin dibîne.

Gerînendeyê Yenî Akîtê Kadîr Demîrel, berî niha gotibû: „Yan divê Kurd bên koçberkirin, yan jî serê wan bê jêkirin“ û di awira gelemperî de ferman li Kurdan rakiribû.

Lê balkêş e, Kadîr Demîrel ê ku dixwest serê Kurdan bê jêkirin, bi destê zavayê xwe bi kêrê hat kujtin.

Gerînendeyê rojnameya Yenî Akîtê Kadîr Demîrel, li Stenbolê ji alîyê zavayê xwe Cemîl Yavuz Karanfîl ve bi kêrê hat kujtin.

Ahê Kurdan jê re nema wesselam.