|
Îsrail: Em li li pişta Kurdan e |
|
2017-05-30 16:50 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Dewleta Îsraîl zek ji wan dewletan e ku piştgirîyê dide serxwebûna Kurdistanê û vê helwesta xwe eşkere jî tîne zimên.
Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayaled Skaked, berî niha piştgirî dabû serxwebûna Kurdistanê. Wezîra Dadê Ayaled Shaked di Konferansa Asayîşa Îsraîlê de axivî û dîsa piştgirîya xwe û welatê xwe dubare kir.
Ayaled Shaked, di Konferansa Asayîşa Îsraîlê de behsa Kurd û Kurdistanê kir û got: „Êdî dema serxwebûna Kurdistanê hatiye. Em bi hemû hêza xwe li pişta dewleta Kurdistanê ne“.
Siyasetmedarên Îsraîlê berî niha gellek caran piştgirîya Kurdistanek serbixwe dikirin û îro jî dikin. Li gor siyasetmedar û rayedarên Îsraîlê, li Rojhilata navîn damezirandina Kurdistanek serbixwe wê di kar û fêda Îsraîlê de be.
Wezîra Dadê Ayaled Shaked jî heman dîtin anîn zimên û got: „Em bawer dikin wê ev pêşketin (Kurdistanek serbixwe) di berjewendîya Îsraîlê de be û wê bibe sebeba ku dijminên Îsraîlê jartir bibin“.
Ayaled Shaked, di axavtina xwe de pesnê Kurdan da, behsa comerdî û qehremanîya milletê Kurd kir û got: „Li dijî grûpên radîkal berjewendîyên Îsraîlê û Kurdistanê yek in. Kurd mafê mirovan baş diparêzin, qedr û qîmetê didin jinê, ligel vê Kurd milletekî resen û aştîxwaz e. Di dîroka Rojhilata Navîn de nehatiye dîtin ku Kurdan êrîşî kesî kiriye“.
|
|
|