Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : 1800 ruhanî ji bo mêjîşûştinê şandin Kirmanşahê
 
1800 ruhanî ji bo mêjîşûştinê şandin Kirmanşahê
2017-05-29 17:41
MediaKurd > info@mediakurd.com
Di mejîşûştina Kurdan û dûrxistina Kurdayetîyê de dîn û ol rola sereke dilîzin. Her çar dewletên dagîrker jî heta îro bi çîrokên bratîya dîn û olê Kurd di bin destên xwe de hiştine. Di vî warî de Îran serî dikşîne.

Saziya Propagandeya Îslamî ya Kirmanşakê, 1 hezar û 800 propagandekarên mezhebî di herêmên cûrbicûr ên Kirmanşahê de bi cîh kir.

Kirmanşah yek ji bajarên herî bi heşîmet ên Kurdistanê ye. Tê de zaravayên cûrbicûr û mezhebên cuûrbicûr hene. Kirmanşah yek ji wan bajarên Kurdistanê ye ku herî zêde xort û ciwanên Kurd tev li tevgera netewî dibin û doza mafên xwe dikin. Ji ber vê girîngîyê jî, dewleta îranê dixwaze bi rêya ruhanîyên xwe serê xort û ciwanên Kurd bişon û wan ji rê û xebata netewî dûr bixe.

Li Kirmanşahê Kurdên Yarsan pir in. Rewşa aborî ya Kurdên Yarsan ne baş e û li dijî rejîma Tehranê serî hildidin. Kurdên Yarsan herweha tev li tevgerên azadîxwaz û netewî jî dibin û serê rejîma Tehranê dêşînin. Ji ber vê yekê, rejîma Tehranê bi rêya dem û dezgehên xwe yên alî dixwaze rê li ber berxwedana wan bigre û wan bike hevalbendên xwe.