|
Hevkar û şirîkê stratejîk Kurd in |
|
2017-05-29 16:33 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Nivîskarê Tirk Alî Sîrmen, di rojnameya Cumhûrîyetê de gotarek balkêş nivîsand, bal kişand ser dewletbûna Kurdistanê û hevkarîya wê ya bi Amerîkayê re.
Alî Sîrmen, di gotara xwe de dibêje ku „Heke Kurdistan bibe dewlet, ewê bibe mittefîqê stratejîk (hevkar) ê Amerîkayê. Ji ber vê yekê, divê dewleta Tirk bilezîne û di derbarê Kurdan re polîtîkayek nû biafirîne“.
Alî Sîrman, di gotara xwe ya bi navê „Kurd, hevkarên stratejîk yên Amerîkayê“ de gotiye: „Amerîkayê li Rojhilata Navîn li şûna Tirkiyê Kurd tercîh kirine, di vê rewşê de divê Tirkiye polîtîka xwe biguhere“. Sîrmen, di nivîsa xwe de dibêje: „Amerîka dixwaze sînorên Rojhilata Navîn biguherîne, du hevkar û şirîkên xwe yên stratejîk hene. Îsraîlê yek û Kurd. Ji bo ku Amerîka zixtên li ser şirîkê xwe yê Îsraîlê sivik bike, hewceyîyê bi hebûna dewleta Kurdistanê dibîne. Li herêmê şirîkê nû û stratejîk yê Amerîkayê Kurd in“.
|
|
|