|
Di mehekê de 5 rêvebirên ENKS revandin |
|
2017-05-25 21:46 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Asayîşa PYD (PKK) ji revandina endam û rêvebirên ENKS têr nabe. PKK a ku ji Kurdan pêve di xizmeta herkesî de ye, tehamilî xebata rêxistin û partîyên ji derveyî xwe nake û bi darê zorê dixwaze wan wenda û tune bike.
Yek ji rêvebirên PDK-S Ebdulrehman Apo, ji çapemenîyê re da zanîn ku di nava mehekê de PKK 5 rêvebirên ENKS revandine û aqûneta wan ne diyar e.
Ebdulrehman Apo dibêje: “PKK bi zorê hejmarek rêvebirên ENKS girtine û niha çarenivîsa wan ne xuyaye. Ew jî Neşet Zaza, Beşar Emîn Endamên Polîtburoya PDK-S ne. Fesla Yûsif Cîgira Serokê ENKS, Muhsin Tahir û Mihemed Emîn Husam Endamên Emîndariya Giştî yê ENKS ne.”
Ebdulrehman Apo bi dewamî got ku " Hejmarek din ji endamên me di zindanên PKK de ne. Wek Barzan Husên Peyamnêrê ARK û Dr. Mihemed Ehmed Serokê Komeleya Hêvî. “PKK jiyana siyasî ya Rojavayê Kurdistanê têk daye. Herkes van kiryarên wan şermezar dike, lê PKK qet guh nade kesî, nirxên demokrasiyê qebûl nake û ji xwe pê ve kesî qebûl nake.”
|
|
|