|
Asayîşa PYD kesên 60 salî dibe leşkirîya zorakî |
|
2017-05-22 15:43 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Asayîşa PYD li herêma Efrînê kesên 60 salî bi darê zorê dibe leşkirîya zorakî û wan di nav refê YPG de perwerde dike.
Li gor zanînên herêmî, asayîşa ku girêdayî desthilatdarîya xweser in, zilamên 60 salî bi darê zorê dike leşkir û tev li hêzên YPG dike.
Hinek ji wan kesên ku ji alîyê asayîşa PYD ve bi darê zorê birine leşkirîyê ev in:
Muhammed Osman (65), Muhammed Sıto Bekir (60), Midhet Muhammed Murad (60), Mustafa Bekir Nuri (60) û Semir Mustafa Cemal (38)
Li gor tê zanîn, ev kesên ku asayîşa PYD bi zorê birine leşkirîyê, endamên Partîya Demokrat a Sûriyê (PDK-S) ne.
|
|
|