Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Erebên Sunnî doza serxwebûna Kurdistanê kirin
 
Erebên Sunnî doza serxwebûna Kurdistanê kirin
2017-05-14 20:59
MediaKurd > info@mediakurd.com
250 hezar Erebên Sunnî ji bo serxwebûna Kurdistanê serlêdan kirin û piştgirî dan serxwebûna Kurdistanê.

Li eyaleta Nînovayê, tifaqa eşîrên Erebên Sunnî dan zanîn ku ew dixwazin di referandûma serxwebûna Kurdistanê de dengê xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê bi kar bînin.

Berdevkê Tifaqa Eşîrên Ereb Şêx Muzehim el-Hewyet, ji Asharq el-Awsat re daxuyand ku 250 Erebên Sunnî yên ku li Kurdistanê dijîn, serlêdan kirine da ku deng û piştgirîya xwe bidin serxwebûna Kurdistanê.

Di serlêdana Erebên Sunnî de herweha hatiye xwestin ku hinek herêmên li eyaleta Nînovayê têkevin nav sînorên Kurdistanê.

Ji alîyê din, Serokê Eşîra Erebên Cebûr Şêx Sabah Abid Rebbo jî daxuyanî da û got: Avabûna Kurdistanek serbixwe mafê meşrû yê gelê Kurd e".

Serokê Eşîra Şammar Şêx Muhsin Neyef el-Faysal el Cerba jî herweha kêfxweşîya xwe anî zimên û got: "Ereb bextewar in ku di bin sîwana Kurdistanek serbixwe de bijîn".