Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Nabe Amerîka çekan radestî alîyekî tenê bike
 
Nabe Amerîka çekan radestî alîyekî tenê bike
2017-05-10 18:45
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro, rexneyên tund li PYD û siyaseta PYD girt û ragehand ku "PYD di siyaset û rêveberiya xwe de bi serneket û şikest". Biro, got ku PYD siyaseta PKK li Kurdistana Sûriyê pêk tîne û girtina endamên ENKS şermezar kir.

Îbrahîm Biro, li Hewlêrê axivî û da zanîn ku, PYD di siyast û Rêveberiya xwe de şikestiye û bi ser neketiye. Biro, di derbarê biçekkirina YPG de rexne li Amerîkayê jî girt û got ku "nabe çek tenê ji bo aliyekî bên şandin, ji ber PYD wan çekan li dijî welatiyên Rojava bikar tîne û zilmê li wan dike".

Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro, di derbarê PYD de axivî û got: " PYD baskê PKK ê li Kurdistana Sûriyê ye û hemû xelkê navçeyê neçar kirine ku birevin yan jî li gor siyaseta wan li gel wan kar bikin".

Îbrahîm Biro, da zanîn ku ewê tevahiya ofîsên xwe yên ku ji aliyê PYDê ve hatibûn girtin dîsa vekin û got: " Niha 20 endam û berpirsên me di zîndanên PYDê de ne. Her gava hinekan berdidin hinekên din digirin, ev ji bo wê ye ku fişarê bixin ser me. PYD nahêle em bi rêya sînorê Sêmalka derbasî Başûr yan Rojava bibin, ji ber wê jî em neçar dimînin bi qaçaxî biçin û bên.”

Li gor Îbrahîm Biro, Rojavayê Kurdistanê di destê Amerîka de ye. Amerîka qet ji siyaseta PYDê ne razî ye. Ji ber şerê DAIŞê vê gavê Amerîka li hember zilma PYDê bêdeng e, ji ber naxwaze alozî derkeve.