Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Amerîka çekên giran dide YPG
 
Amerîka çekên giran dide YPG
2017-05-10 18:32
MediaKurd > info@mediakurd.com
Li gor Ajansa Asociated Press (AP), berpirsekî payebilind ê Amerîkayê ragihandiye ku rêveberiya Trump proje yasaya ji bo şandina çekên giran ji bo YPG pejirandiye. Evê nûçeyê bal kişand û bi taybet dewleta Tirk ji vê agahdarîyê aciz bû û nerazîbûna xwe nîşan da.

Li gorî agahdarîyan, biryara şandina çekên giran ji bo YPGê wek amadekariya ji bo destpêkirina operasyona rizgarkirina navenda bajarê Reqayê ji destê DAIŞê tê nirxandin. Ev biryara ku berî hevdîtina Donald Trump û Erdogan hatiye girtin, bala gellek alîyan kişand. Helbet rayedarên Tirkiyê ji vê biryara lezgîn aciz bûn û nerazîbûnek mezin nîşan dan. Dewleta Tirk çekdarkirina YPG ji bo xwe wek xeterek mezin dibîne û naxwaze ku Amerîka çekên giran radestî YPG bike.

Erdogan wê di roja 16ê Gulanê de serdana Amerîkayê bike û wê li Koşka Spî bi serok Donald Trump re hevdîtinê pêk bîne. Berî serdana Erdogan girtina biryara çekdarkirina YPG manîdar û balkêş e.