Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Emmanuel Macron bû serokê Fransa
 
Emmanuel Macron bû serokê Fransa
2017-05-10 18:01
MediaKurd > info@mediakurd.com
Di hilbijartina serokê nû yê Fransa de, namzedê serbixwe Emmanuel Macron, serketinek mezin bi dest xist û ji %65.1ê dengan stend
.
Di gera duyem a hilbijartina serokatiya Fransayê de, Marine Le Pen û Emmanuel Macron wek du namzetên serketî rikeberî bi hev re dikirin.

Piştî ku proseya dengdanê bi dawî bû û hejmartina dengan dest pê kir, eşkere bû ku Emmaneul Macron ji %65,1ê dengan bi dest xistiye. Bi î awayî Emmaneul Macron bû serokê nû yê Fransayê. Di encama dengdanaê de siyasetmedara rastgir Marine Le Pen jî ji %34.9ê dengan bi dest xist.

Hilbijartina Emmanuel Macron wek serokê Fransayê wê çi guhertinan bi xwe re bîne halîhazir kes nizane. Lê hêvî tê kirin ku Emmanuel Macron jî wel Hollandê pişygirîya Kurd û Kurdistanê bike û desteka xwe ji Kurdan kêm neke.