Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Sîmayên hevgirtin û serxwebûna Başûr û Rojava
 
Sîmayên hevgirtin û serxwebûna Başûr û Rojava
2017-05-10 17:54
MediaKurd > info@mediakurd.com
Yihya Silo

Di dawiya salên heştêyan de ji sedsala borî, Rojhilatê Ewropa kete ber pêleke guhêrtinan û nexşên nû li gorî rewşa netewî, olî û civakî derketin holê. Wekî nimone; tevî cudahiyên îdolojî di xwedîkirina nifşan de, disan jî, herdu beşên Almanya bûn yek. Yoguslafiya, di nav xwe de gelek netew, ol û kêmnetew dicivandin, lê piştî şerekî xûnî û demdirêj li gorî xwesteka wan gelan, ji nû ve hate parçekirin. Herwiha hilweşandina rejimên faşîst wekî Çawçîsko li Romanya.

Piştî kişandina nexşeyên nû li gorî daxwazên wan netewan û olan, Rojhilatê Ewropa kete ser riya rast û roj li pê rojê ber bi aramî, pêşketin û avedaniyê ve çû.

Pêlên guhêrtinan, li Rrojhilata Navin di serî de piştî rûxandina rêjîma Sedamê xwînmij, me dixe ber guhêrinên wekî yên ku li Rojhilatê Ewropa pêk hatin. Nexşkirina Rojhilata Navîn bi rengekî guncaw li gorî hebûna netewî, olî û civakî, herwiha bidawîhatina sînorên Saykis Pîko yên ku ne li gorî xwesteks gelên herêmê danîbûn, ku êdî ti wateya wan sînoran nemaye û pêdivî bi nexşekirin û li hevhatineke nû heye.

Rewşa Kurdistanê jî di nava van guhêrtinan de ye û bi taybetî jî, herdu beşên Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Başûr, ji destpêka salên 90 ve û heya niha di rewşeke nîvserbixwe de dijî, ew jî tevî ku hin caran hewldanê rêjîma Bexdayê hene ku kêşeyan li pêşiya wê derxînin holê, herwiha mîna êrişa hêzên Îslamî yên tundrew li ser Şengalê. Ew jî di dema ku rewşa navçeyên din ên Iraqê bi giştî di şerekî xwînî mezin de ye û li gorî rewşa heyî nexuya ye ku dê ev rewş baş dirêj bike û encamên wê nexuya ne. Lê di hemû egeran de, bi hawî Iraq venagere wê Iraqa Saykis Pîko.

Li hemberî vê rewşa heyî mafê her gelekî heya ku êdî çarenivîsa xwe belî bike û rengê rêjîm û sîstema ku dixwaze li gorî berjewendiyên xwe yen netewî pêk bîne. Başûrê kurdistanê kete ser aramiyê, eger bi rengekî hindik be jî, lê karî wek sîstemeke serkeftî ji aliyê siyasî, aborî, leşkerî û dîplomatîk ve xwe pêş bixe. Ji xwe ew û Bexdayê nelihev in û Bexda di nava aloziyên olî û siyasî de fetisî ye û di van salên borî de jî nikariye xwe bike dewleteke xwedî sîstem û herwiha rêz li hebûna netew û kêmnetewan bigre û dengên cuda di nava xwe de qebûl bike.

Başûrê Kurdisanê wekî beşek ji erdnîgariya Kurdistanê ku ketiye ser Komara Iraqê, heke serxwebûna xwe raghine, dê wekî giraveke dorpêçkirî di nava dewlet û rêjîman de bimîne (Eger Rojavayê Kurdistanê ne pêre be). Ji xwe em dibînin çawa ev rêjîm û pergalên li derdora Başûr dem bi dem, rûyê xwe yê dijminayetiyê bi rengekî zelal li hemberî daxwazên neteweyî û Kurdistanî, nîşan didin.

Heke Başûr bibe dewletek serbixwe, wê ev neyartî hîn zêde bibe, ku ji aliyê rojhilat ve, Îran xwedan projeyeke şîe mezheb e û tirseke wê mezin ji kurdên ku di beşê Rojhilatê kurdistanê de dijîn, heye. Ditirse ew Kurd jî daxwaza mafên xwe yên zeftikirî, bikin. ew wê bixaze gelek astengîyan li pêş mijara serxwebûna kurdistanê derxe holê.

Ji aliyê bakur ve, çiqasî ku Tirkiye xwe wek nerm dîyar bike û ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û şîrketên wê yên ku li Başûr kar dikin, xwe wekî dost nîşan dide, di cewher de neyartiya wê ji ya rejîma Îranê nekêmtir e.

Rewşa beşê Bakurê Kurdistanê li ber çaqvên me ye. Eger Hikûmeta Tirkiyê, bi têkeliyên xwe yen bi Başûrê kurdistanê re dirist baya, wê hinek gavên berbiçav ji bo çareseriya doza kurdî li Bakur bavêtaya. Tevî ku ew dibêjin: (Em ne li dijî kurdan in, tenê em li dijî partî û rekxstinên terorîstî ne) lê di rastiyê de, gotinên wan jî wekî yên rêjîmên Bais û komên Îslamiyên tundrew in û heya niha her vê çîrokê dûbare dikin û dibêjin: (Em ligel mafe kurdan in wekî gel û netew lê serok û partiyên kurdan xayin û bi derve ve girêdayî ne).

Li Rojavayê Kurdistanê jî, ev şeş sal in rewşeke wekî revebiriyeke xweser heye, di nava van salan de, êdî rûyê statyoyekê diyar dibe. Li Sûriyê bi giştî û li gorî rastiya ku li ser erdê heye, diyar dibe ku ew jî ketiye ser riya Iraqê û êdî nemumkine ku vegere serdema berî destpêkirina şoreşê.

Rewşa Rojava jî wek ya Başûr e. Ew jî bi tena xwe û bê Başûr, dibe wek giraveke dorpêçkirî ji aliyê dijminan ve. Pêdviya wê bi Başûr heye. Ji ber ku Tirkiye, dijminê wê yê herî har e li hember hebûna statyoyeke Kurdî li Sûriyê. Herwiha ji alîyê başûrê wê ve jî, rejîma Esed û komên şîe yên bi Îranê ve girêdayî ve hene. Aliyê din jî, komên Îslamî yên terorîst ku bi Turkê ve girêdayî ne, neyartiyeke xwe ya diyar li hemberî vê hebûna Kurdî nîşan didin.

Li hember rewşeke wiha, tevî alîkarî û parastina hêzên Hevpemaniya Navdewletî jî, lê Rojavayê Kurdistanê dê di rewşekê de bijî wekî rewşa herêma Xehz a Felistînê ku ji her alî ve di bin dorpêçê de be û her kêlî di nava metirsiyê de be, ji ber ku hêzên navdewletî, berî her tiştî ew tenê li berjewendiyên xwe digerin.

Divê mirov jibîr neke ku proseya perçekirina Sûriyê, ji serî de û heya niha, ne proseya Kurdan bû ye. Lê belê hêzên ku xwedî nêrînên olî û komên din jê re kar kirine. Biqasî ku çavê me dibîne, di demeke nêzîk de lihevhatinek di navbera Sune _ Şîe yan Kurd _ Arebên Sune yan jî Kurd _ Elewiyan de, nîne û em karin bêjin nabe jî. Sune-Şîe di nava şerekî xwînî dijwar de ne û li Yemen, Iraqê, Libnan û Sûriyê û hwd şerê hev dikin. Herdu aliyên vî şerî (Sune-Şîe) mafê netewî yê Kurdan, nasnak in û netenê îtîrafê bi mafê kurdan nakin, lê belê li hemeberî hebûna Kurdan wekî gel û netewe, dixebitin.

Herdu perçeyên Kurdistanê, Rojava û Başûr û bêyî ku bên ragihandin di rewşeke serbixwe de dijîn. Derfetên navnetewî bi aliyê Kurdan ve ne, jiber ku Kurdan karîne pbi aliyê rojeya lêbral û demokrat ve biçin û tê de rêz û pejrandina her kesî heye. Kurd di navçeyê de, wekî projeya sêyem li rex projeya Sune-Şîe hatine holê. Di dawiyê de, li gorî rewşa heyî em dighên encamekê ku ew jî çareya herî baş li gorî rewşa ku navçe tê de derbas dibe, hevgirtina herdu beşên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye û piştre serxwebûna wan e. Ev jî çareseriya herî baş e ji herdu aliyan re.

Başûrê Kurdistanê dibe xwedan deriyekî navdewletî, ku bi riya Rojavayê Kurdistanê re dê xwe bighîne Deryaya Spî. Rojavayê Kurdistanê jî dikare Başûr ji xwe re bike pişteke stratejîk ji alîyê netewî û erdnîgarî ve. Li ser asta aborî, Başûr dê bibe xwedî hêzeke mezin, ew jî li şûna ku petrol û gaza Başûrê Kurdistanê di Tirkiyê re derbas bibe û Enqere dem bi dem wê yekê li gorî berjewendiyên xwe bikar bîne û dijminatiya xwe diyar dike, êdî Başûr dê karibe petrol û gaza xwe bi rengekî hêsantir di ser Rojava re derbasî bazarên cîhanî bike.

Herwiha ji aliyê netewî ve, dê ew hevgirtin bibe sedemeke herî mezin ku nifşên nû li gorî yeketiya netewî bên fêrkirin û roj bi roj hêza netewî li nava gelê kurd were xurtkirin.

Hinek kes dibêjin ev yek nemumkin e, ji ber ku rêvebirên herdu beşan xwedan nêrînên cuda ne di warê îdolojî, rêkxistinî û sîyasî de...Heya radeyeke ev bawerî rast e. Lê dive em bizanin ku di dawiyê de partiyên siyasî alav in û gel û welat bingeh in.

Vîna gelê Alman, li herdu beşên Almanya rojhilat a kumonîst û Almanya rojava ya kaptalîst, îdolojî derbas kirin, dîwar hilweşandin û karîn biserkefin û Almanya bikin yek.

Ji aliyê herêmî ve, dê ev proje bibe dîwarekî mezin li hemberî hevrikiya sunî ku Tirkiye bi serkêşiya Erdogan û partiya wî AKPê û li pişt jî Qetar û Erebistana Siûdî alîkariya wî dikin ji bo ku xwe bighînin herdu deriyên Sûriyê û Iraqê û li aliyê din hêzên Şîe û Elawî bi serkêşîya Îranê û li pişt wê rêjîma Sûriyê û Hizbulaha Libnanî ligel kom û partiyên Şîe yên Iraqê ku dixwezin zexta li ser Iraq û Sûriyê kêm bikin.

Bi vî awayî, kurd him dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û him jî dikanin karekî dîrokî bikin û bibin hêzeke çareseriyê ji bo herêmê. Hevgirtina herdu beşên Kurdistanê dibe gaveke mezin ji bo ku Rojhilata Navîn têkeve ser riha aramî û çareseriya pirsgirêkên netewî, olî û civakî û derbaskirina çanda hevkuştinê û hevrikiya hezar salan. Hevgirtina herdu beşên Rojava û Başûrê Kurdistanê, dibe bingehekî xurt jibo avakirina çandeke şaristaniyê nû di Rojhilata Navîn de ku hêjayî gelên wê ye û gelên Muzobotamiya tevahî ye.

Werger ji Zmanê Erebî: Mahmud Hasan Berazî


KDP.info