Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Hêza profesyonel
 
Hêza profesyonel
2017-05-07 19:07
MediaKurd > info@mediakurd.com
Çi di warê siyasî û leşgerî de be, çi jî di warê ferdî û rêxistinî de be, kar û xebata profesyonelî şertê serketinê ye. Kar û şerê ku profesyonel neyê kirin, seqet dimeşe, serketia wê dûdirêj dajo. Ev tişt ji bo hêza pêşmerge jî derbas dibe.

Di warê profesyonelkirina hêzên Kurdistanê de Hikûmeta Herêma Kurdistnê hewl dide gavên mezin bavêje. Li gor agahdarîyên çapemenîya başûrê Kurdistanê, 3 dewletên mezin hêzek profesyonel ji Kurdistanê re ava dikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi hevkarîya tîmek şareza û pispor ên ji wezaretên Amerîka, Brîtaniya û Almanyayê, dixwaze hêzek profesyonel a leşgerî ava bike.

Ji bo vê gavê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pispor û şarezayên leşkerî yên ji Amerîka, Brîtanya û Almanyayê civînek li dar xist û ji bo avakirina hêzek profesyonel ketin nav şêwr û mişêwran. Di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wekîlê Wezîrê Pêşmerge û berpirs û fermandarên Wezareta Pêşmerge amade bûn.

Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, di civînê de pisporên Amerîka, Brîtanya û Almanyayê raporek ji bo avakirina hêzek xurt, profesyonel û organîzekirî ya pêşmerge pêşkêşî berpirsên Herêma Kurdistanê kirine.

Li gor tê gotin, rapora şareza û pisporên her 3 dewletan ji 35 xalan pêk tê. Wê ev rapor ji bo civata wezîran bê pêşkêşkirin û heke civata wezîran ev rapor û pêşniyaza avakirina hêzek profesyonel bipejirîne, wê dest bi avakirina hêza profesyonel bê kirin.