Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : 800 çekdarên YPŞ ji PKK cuda bûn
 
800 çekdarên YPŞ ji PKK cuda bûn
2017-04-30 20:07
MediaKurd > info@mediakurd.com
Her ku PKK tê naskirin, alîgir û çekdarên wê jî dixwazin jê birevin. Her ku dek û dolabên kirêt ên PKK eşkere dibin û dijminatîya wê ya li dijî Kurdistanê derdikeve holê, çekdarên wê hewl didin jê veqetin û tev li hêza pêşmerge bibin.

Li gor Fermandarê Hêzên Pêşmerge yê li Şingalê Qasim Dirbo eşkere kiriye, heta niha 800 çekdarên YBŞ ji PKKê cuda bûne. Qasim Dirbo, da zanîn ku girûpa duyem ji wan çekdarên ku hatine û tev li Hêzên Pêşmerge bûne, wê wek girûpa yekem perwerdeya leşkerî bibînin.

Qasim Dirbo ragihand ku “Cudabûna çekdarên YBŞ berdewam e û heta niha 800 çekdaran dest ji wan berdane. Heta niha 400 ji wan perwerdeya wan a leşkerî dest pê kiriye û 200 jî li malên xwe rûniştine. Herweha 200 jî wê wek girûpa duyem nêzîk dest bi perwerdeya leşkerî bikin. Tê çaverêkirin ku hejmarek din jî dev ji wan berdin û ew jî tev li girûpa duyem bibin.”

Li gor Qasim Dirbo dide zanîn, piştî bombebarana Tirkiyê ya li ser navendên PKK yên li Şingalê, êdî moralê wan têk çûye, newêrin bi azadî biçin û bên û bi dizî tevgerê dikin. Êdî newêrin bi eşkere xalên kontrolê deynin û gumrikê ji xelkê bistînin. Êdî dawiya PKK li Şingalê hatiye.”