|
Erdogan û Yildirim serxweşî li Barzanî kirin |
|
2017-04-28 19:22 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Piştî ku firokeyên artêşa Tirkiyê êrîşî Şingalê kirin, şeş pêşmerge şehîd bûbûn û heşt pêşmerge jî brîndar bûbûn. Her çiqasî ev êrîş li dijî baregehên PKK yên li Şingalê hatibe kirin jî, lê pêşmergeyên Kurdistanê jî darbe xwaribû û ketibûn ber êrîşên balafirên dewleta Tirk.
KUjtina pêşmergeyên Kurdistanê û êrîşa ser Şingalê di awira gelemperî ya cîhanê de rastî nerazîbûnan hat û dewleta Tirk hat şermezarkirin. Di serî de Amerîka û Rûsya nerazîbûna xwe nîşan dan û hikûmeta Kurdistanê jî êrîşa dewleta Tirk şermezar kir.
Piştî vê bûyerê, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Yiêdirim bi rêya telefonê bi serok barzanî re axivîn û serxweşî lê kirin.
Serokkomar Erdogan Serokwezîr Binalî Yildirim bi rêta axavtina telefonê dilgiraniya xwe bi şehîdbûna şeş pêşmerge û birîndarbûna heşt Pêşmergeyan anîn zimên. Herdu rayedarên Tirkiyê herweha serxweşî li bmalbatên şehîdên wê rûdanê kirin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwestin.
Erdogan û Yildirim, dupat kirin ku ew rûdan bi qestî nebûye û di encama şaşiya firokeyan de rû daye. |
|
|