Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Dûnyaya Bozo (3)
 
Dûnyaya Bozo (3)
2017-04-27 16:41
Dr.Cuwan Heqi > cuwan@mediakurd.com


Ji bo xwendina destpêka nivîsê û beşê 2ê, fermo vê lînkên jêr bitikîne:

Dûnyaya Bozo (1)

Dûnyaya Bozo (2)

Nivîs: Dr.Cuwan Heqi

Berdewamî ji beşê 2ê:

Û herweha:
Wê tu ji min re duhn nerijînî, ango melaqtiyan nekî.
Wê tu şexsiyeteke dûrûst bî.
Merd bî.
Qenc, baş û xêrxwaz bî ha.
Tu caran dev ji prensîp û daxwazên xwe bernedî.
Tawizan, (gav şûnde avêtinan navêjî) nedî.
Fikra ku di serê te de be neveşêrî.
Gotinan di devê xwe de nequrmicînî.
Biwêre, bêtirs wan bêje.
”Kurt û kurdmancî” biaxive.
Hingê wê tu biser bikevî.
Û ez jî.
Baş e?
Bozo dûvê xwe hejand.
Wek ku wî tevek fêhm kir.
Pişta xwe rast kir.
Li pêşberî Qaso wek hevkarekî sekinî.
Dûvê (teriya) xwe carekî dî çend caran hejand.
Wek ku bêje ew bi hemuyê têgiha.
Qaso di cih de ev yek ferq kir û got:
-Aferin, kurê aferînan.
Xiyar kurê xiyaran.
Qeşmero.
Wisa berdewam bike.
Min niha ji te hez kir.
Aha ez bes vê yekê ji te dixwazim.

Jiyana herduyan bi vî awayî berdewam kir.
Hirço Qaso û Bozo bûn du destûbirayên hev.
Ew ji jiyana xwe memnûn bûn.
Qaso ji xwe re got:
-Ax çiqas ev jiyan xweş e, aram e.
Jiyaneke bêderd, bêserêşiye.
Min çi ji siyaseta xelkê ye.
Çi eleqeyê min bi mal û milkên xelkê heye.
Çi ji kîn, nefret, fesad, hesûdî û derewçiyan e.
Melaqçî û dalawereçiyan e.
Ox, ez ji wan hemuyan dûr im.
Şikir ji Xwedayê min re.
Bi vî awayî wextek dirêj derbas bû.
Her du jî ji jiyana xwe menûn bûn.

Sibehekê, Qaso piştî ku mihên xwe çêrandin, bêhnvekirinek da wan.
Rûniştibû, bi çêkirina çayekê ve mijûl dibû.
Bozo xwe danîbû ser hestiyê piştê.
Tiştek ne mereq û xema wî de bû.
Ji nişkê ve xirte-xirtek hat.
Li dorana xwe nêrî.
Çi bibîne, ku kûçikek ber bi kerî ve tê.
Bozo bi lez ber bi wî ve bezî û çû.
Gava Bozo gihayê, piçekê hêdî çû û sekinî.
Û got:
-Kurro ehmeqo, tu li van deran digerî, çi dikî!
Kûçikê mêhvan:
Wellehî ne pirse!
Qedera min ez avêtim vir.
Navê min Bento ye.
Navê te çiye?
-Bozo ye.
Lê wellehî xwediyê min te bibîne bi dîn û îman wê te bişewitîne!
Daleqîne.
Bento:
-Deka biskeine loo.
Welleh bavê wî jî nikare tiştekî bi min bike!
Bozo:
-Zû vegera devera ku tu jê hatî, berî ku ew te bibîne.
Ji bo te baştir dibe.
Jixwe bi kotekîu wî ez qebûl kirime.
Vêca tu bi keyfa xwe yî.
Wî tahammûl û kişandina derdê te jî nîne.
Bento:
-Kurro, ehmeq kurê ehmeqan!
Berî ku tu min nas bikî di cih de tu min diqewirînî.
Hinekê bisekine.
Ecele neke!
Malmîrat kurê malmîratan!
Hinekê hal û ehwalê min bipirse.
Hey bênamûso.
Ker kurê keran.
Bipirse!
Bizane bê çima ez li van deran re derketime.
Diyar e serê te naxebite.
Bozo hinekê sekinî.
Û ji xwe re got:
-Yawo, evê he ne rûviyê herî sihirbaz û hîlebazê vê dine be ku xwe di kevilê kûçik de de veşartî be!
Bi dîn û îman wî çavê xwe berdayê karê min.
Na, nabe!
Divê ez wî ji vir biqeşitînim.
Lê hene Wellehî ez av û av diçim.
Ya herî baş ew e ez wê şîreta ku xwediyê min bo min gotî di vir de biceribînim.
Yanî, mirov divê dûrûst û mert be.
Kurt kurmancî be.
Û ji bo kûçikê mêhvan re yekser, vekirî got:
-Kurro, nebî te çavên xwe berdaye karê min!?
Bento:
-Çi karî dikî ez jixwe nizanim.
Ehmeqo!
Û tiştek wisa jî nine.
Lê ez naveşêrim ku ji xwe re karekî nû digerim.
Kî didzane, belkî xwediyê te min wek alîkarê te bigire.
Lê ez tu caran da ku bibim dijberê (rakîbê) te nehatime vir!
Lê baş dibe ku tu bizanî çima hatime van deran.
Min xwe ji nişkê ve li van deran dît.
Hemû ewqas.
Dixwazî guhdariya serpêhatiya jiyana min bikî?
Bozo bawerî bi vê dîtina wî ya merd anî.
Keyfa wî hat.
Ji xwe re got:
Welleh hêjayî guhdarîkirinê ye.
Em binêrin bê çi hatiye serê vî malxirabî.
Ez mereqê dikim.
Piştre berê xwe da Bento:
-Deka bêje rebenoko, xwelîlisero, min mereq kir.
Inşallah tiştek xirab bi sere te ehmeqo nehatibe.
Bento ewilê pirsî:
-Tu çi karî dikî?
Bozo:
-Ez parastina keriyek mihan dikim.
Navê şivanê me Hirço Qaso ye.
Kesek gelek hişk dixweye.
Serhişkek ecêb e!
Lê gava min ew ji nêzîk ve nas kir, têgiham ku ew insanekî nerm e.
Aram e.
Em ji hev gelek baş fêhm dikin.
Şikir ji Xwedayê me re tu pirsgirêk di navbera me de nînin.
Jixwe xediyê kerî, hema bêje îşe xwe bi me nayne.
Bento:
Gelek baş e.
Nexwe bêje ji bo te fîtan û fît e.
Tu xenî bûyî.
Bawer bike neslê insanên wisa baş ku tu behsê dikî qelaye.
Nexwe bêje tu kesekî xwedî şansî.
De baş e, nexwe ezê çêroka xwe ji te re bêjim.
Û Bento dest bi çêroka xwe kir:
-Min jî mîna te li ber keriyê şivanekî parastina pez dikir.
Lê li wan devera me tejî gurî bûn.
Guriyên mezin, qirrika wan stûr, mîna hirçan bûn.
Herroj wan êrîş berdidan li ser keriyên me.
Ji kêmahî ve pezek, dudu telef dikirin.
Ma tu kûçikekek mîna min zeîf bî, wê pêşberî wan guran çi bikî?
Jixwe gurek mezain, patikpehn hebû.
Xwediyê keriyê me navê wî kiribû Patikreşo.
Ji ber ku deqek reş li ser patika wî bû, xwediyê pez ev nav lê kiribû.
Taybetî wî herşev êrîş dibir ser pezê me.
Ew dihat.
Çi peza ku wî dixwest dixeniqand.
Piştre rêya xwe digirt.
Diçû.
Dizanî ku xwediyê pez dest nade peza ku wî gurî mirar kiriye.
Digot heram e.
Goştê wan naye xwarin.
Dizanî ku wê wan pezên ku wî telef kiriye jê re bihêle.
Û Patikreşo şeva dî dihat bi afiyet diket ser wî guştê wan pezan de.
Carna bi xwe xwe ranek goşt dibir.
Wek ziyafaet dida hevalên xwe.
Em çi bjin.
Neyse.
Min jî berî ku Patikreşo bihata xwe ji tirsa di qolekî de diveşart.
Ji wê qolê dernediketim, heya ku min pê dizanî ku sere sedî sed Patikreşo ji wir dûr ketiye, çûye.
Piştre ji qola ku min xwe tê de veşartî de derdiketim.
Di cih de min dikir qêrr û hawar ku vaye gur ketiye pez.
Lê Patikreşjo ji mëj de bûbû toz û doman, winda bibû.
Gava şivan bi bayê bezê dihat, çi bibîne ku Patikreşo mihek dudu telef kiriye.
Wî jî kufriyên (sixêfên) vê dine li min û hem jî li Patikreşo dikir.
Di ser sere min de diqorî, aciz dibû çima min ew gurî ne xeniqandiye.
Ez rebenê Xwedê, çawa wê bikarim wî Patikreşoyî bixeniqînim!
Evy ek ji taqet û ziravê min dûr bû.
Şivan aciz dibû.
Diqehirî.
Lê tiştek ji destê wî ve nedihat.
Bes wî pê nedizanî ku min herşev xwe ji tirsa Patikreşo diveşart!

Berdewam dike