Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Hatina pêncşemê ji çarşemê ve xuyabû
 
Hatina pêncşemê ji çarşemê ve xuyabû
2017-04-25 21:18
MediaKurd > info@mediakurd.com
Cihê ku PKK lê ye, her û her ji Kurdan re ne xêr e. Cihê ku PKK lê bimîne, her û her ji Kurdan re şer û malwêranî ye. Mana PKK a li Şingalê ji serî ve xuya bû. Armanca PKK ji serî de dawetkirina artêşa Tirkiyê bû û xuyabû ku wê dewleta Tirk bi mahneya PKK êrîşî ser Şingalê û deverên din bike.

PKK heta bi cihekî gihişt armanca xwe. PKK bi derneketina ji Şingalê dixwest ku artêşa Tirkiyê êrîşî Şingalê bike, Şingalê dagîr bike da ku Şingal nebe beşek ji Kurdistanê û îlankirina serxwebûna Kurdistanê qe nebe derengtir bikeve. Çawa ku li rojavayê Kurdistanê cihên rizgarkirî radestî artêşa Sûriyê dikin, dixwestin û dixwazin Şingalê û deverên din jî radestî Tirkiye û Îranê bikin û Kurdistanê ji hev parçetir bikin.

Balafirên artêşa Tirkiyê bi mahneka PKK êrîşî Şingalê û rojavayê Kurdistanê kir. Di êrîşê de pênc pêşmerge şehîd bûn û hindek jî brîndar bûn. Bêguman sedema vê dawetiye û vexwendina artêşa Tirk jî helbet PKK bi xwe ye. Bi ser ku Kurdên Êzdî yên Şingalê û temamê dezgeh û partîyên başûrê Kurdistanê ji PKK dixwazin ku PKK terka Şingalê bike jî, PKK ji Şingalê dernakeve. Hem jî ji bo armancên kirêt û dek û dolabên dij Kurdistanî dernakeve.

Di vê derbarê de Serfermandariya Tirkiyê ragehand ku "bi êrişa asmanî devera Çiyayê Şengalê û herêma Çiyayê Qereçoxê hatiye bombebarankirin".

Li gor daxuyaniya Artêşa Tirkiyê, sedema êrîşê ev bûye ku endamên PKK çek, teqemenî û alîgirên xwe derbasî deverên din dikin û ziyanê didin Tirkiyê. Helbet sedema êrîşa dewleta Tirk ne tenê ev e.

Sedemek ji sedemên êrîşa dewleta Tirk jî ev e ku rayedarên Kurdistanê çavtirsandî bikin û rê li ber referandûma serxwebûna Kurdistanê bigirin, yan jî bi kêmanî derengtir bixin.

Xuyaye heta PKK li Şingalê be wê êrîşên artêşa dewleta Tirk berdewam bikin. Ne tenê êrîşên asmanî, lê wê êrîşên bejayî jî dest pê bikin. Ji xwe armancek ji mana PKK li Şingalê jî ev e ku artêşa Tirk têkevin herêma Şingalê û li wir herêmek tampon ava bikin daku têkilîyên başûr,rojava û bakurê Kurdistanê ji hev qut bikin.