|
Firat: Serxwebûn mafê Kurda ye |
|
2017-04-20 20:05 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
KUrdên ku piçekî ruhê Kurdayetîyê di bedena wan de hebe û di nav partîya HDP de siyasetê dikin, bike neke dilê wan ji Kurdayetîyê re lêdide û ne wek wan Tirkên ku di nava HDP de ne.
Berî niha Berdevkê HDP Osman Baydemîr piştgirî dabû referandûma serxwebûna Kurdistanê û gotibû serxwebûn mafêekî rewa yê Kurda ye. Niha jî Mîr Dengîr Firat heman helwest danî.
Wekîlê HDP Mîr Dengîr Firat, ku ji malbata Şêx Seîd e û yek ji damezrênerê AKP ye, di derbarê serxwebûna Kurdistanê de helwesta xwe eşkere kir û got: "Serxwebûn mafê Kurdan ê xwezayî ye".
Mîr Dengîr Firat, ji Sputnîkê re got ku "ragihandina dewletek serbixwe mafê Kurdan ê xwezayî ye. Wek herkesî mafê wan jî yê serxwebûnê heye. Wek HDP Qebûlkirin an jî neqebûlkirina me zêde tiştekî naguherîne. Li gorî me ev daxwaza Herêma Kurdistanê heq e û em hêvî dikin ku ev daxwaza wan bi cih bê".
|
|
|