Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Rasterast çekan didin Kurdistanö
 
Rasterast çekan didin Kurdistanö
2017-04-20 19:55
MediaKurd > info@mediakurd.com
Yek ji pirsgirêk û serêşandina pêşmerge û hikûmeta Kurdistanê ew bû ku rasterast çekan nastînin û çekên xwe bi rêya hikûmeta Bexdayê bistînin. Ev yek jî gellek caran dibû pirsgirêkek mezin û çekên ku ji pêşmerge re dihatin şandin nediketin destê pêşmerge, hikûmeta Bexdayê astengî derdixistin. Lê desthilatdarîya Donald Trump biryar da ku êdî rasterast çekan bide hikûmeta Kurdistanê û evê yekê jî dilê Kurdan xweş û rehet kir.

Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) daxwaz ji rêvebirîya Koşka Spî kiribû ku Amerîka bi buhayê 295 milyon dolarî çekên giran bifiroşe herêma Kurdistanê.

Piştî vê daxwazê, Wezareta Derve ya Amerîkayê razîbûna xwe li ser vê daxwazê nîşan daye û li gor tê gotin, Kongreya Amerîkayê jî ji bo vê yekê hatiye agahdarkirin.

Li gor tê gotin, Amerîka êdî ne bi rêya Bexdayê, lê wê bi awayekî rasterast çekan bifiroşe herêma Kurdistanê. Helbet ji bo pêkanîna vê pêşniyara Pentagonê pêwîst e Encumena Senato ya Amerîkayê vê yekê pesend bike.

Heke Encumena Senato ya Amerîkayê vê daxwazê pesend bike, êdî minneta pêşmerge û hikûmeta Kurdistanê bi Bexdayê namîne û wê karibe rasterast çekan bikire û bistîne.

Ji alîyê din, rasterast firotina çekan tê wê wateyê jî ku ji bo xurtkirina bingeha serxwebûna Kurdistanê gav tên avêtin.