Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PDK û YNK bang li gelê Kurdistanê kirin
 
PDK û YNK bang li gelê Kurdistanê kirin
2017-04-13 20:50
MediaKurd > info@mediakurd.com
Li gor ragihandina rayedarên Kurdistanê, referandûma serxwebûna Kurdistanê îsal di meha Îlonê de çêdibe. Ji bo serketina referandûma serxwebûnê PDK û YNK bang li gelê Kurdistanê kirin ku di referandûmê de alîkarbin û piştgirîya referandûmê bikin.

PDK û YNKê biryar dan ku pêngavên pêwîst ji bo pêkanîna komîteyek taybet ji hemû aliyan ji bo serketina pêvajoya referandumê û amadekirina zemîna wê bavêjin. Herwiha PDK û YNKê bang li tevahiya gelê Kurdistanê kirin ku di vê pêvajoya giring, netewî û niştimanî de hevkar û piştevanîyê bikin.

Piştî ku bi serokatîya Mesûd Barzanî, PDK û YNK li Hewlêrê civiyan, hewl û xebatên ji bo lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê zêdetir bûn. Piştî civînê, daxuyaniyek nivîskî hat belavkirin û encamên nirxandin û gengeşîyên herdu alîyan li ser hewlên ji bo referandumê hatin eşkerekirin.

PDK û YNK ji bo serxwebûna Kurdistanê, bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir û hat gotin: “Civînê daxwazek arasteyî malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman, hemû hêz û alîyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, medyakar û tevahiya gelê Kurdistanê kir ku di vê pêvajoya giring, netewî û niştimanî de hevkar û piştevanê referandûmê bibin”.

Li gor texmîn û nirxandinên pisporan wê referandûm bi dengên zêde biserkeve û wê gelê Kurd ji bo serxwebûna Kurdistanê bêjin erê.