Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Eşîrên Ereb ji bo serxwebûnê gotin erê
 
Eşîrên Ereb ji bo serxwebûnê gotin erê
2017-04-03 13:49
MediaKurd > info@mediakurd.com
Piştevan û piştgirîya ji bo serxwebûna Kurdistanê zêde dibin. Ji derveyî rejîma Îranê û hinek partîyên ku girêdayî Îranê ne, serxwebûna Kurdistnê ji alî gellek welat, kesayet, partî, eşîr û dezgehan ve tê destekkirin. Yek ji wan jî eşîrên Ereb yên derûdora Mûsilê ne.

Eşîrên Ereb ên herêma Mûsilê bi daxuyaniyek rojnamevanî piştgirîya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê ragihandin. Eşîrên Ereb herweha rexne li Serokê Parlamentoya Îraqê girtin û gotin ku “ew zilamê Îranê ye, wî ne bi îradeya xwe biryara betalkirina ala Kutrdistanê ya li Kerkukê daye".

Berdevkê fermî yê eşîrên Ereb Şêx Muzahîm Ehmed, biryara Parlamanetoya Îraqê ya li dijî Kurdistanê wek lîztikek dewletên derûdorê destnîşan kir û got: “Heqê Kurdan heye ku ala xwe li Kerkukê bilind bikin. Parlamentoya Îraqê bi vê biryara xwe îradeya rêvebirîya Parêzgeha Kerkukê nas nekiriye".

Muzahîm Ehmed, destnîşan kir ku biryara Parlamentoya Îraqê Îran heye, Selîm Cîburî peyayê Nurî Malikî ye û ew jî peyayê Îranê ye.

Berdevkê eşîrên Ereb herweha bang li Mesud Barzanî kir da ku di demek nêzîk de serxwebûna Kurdistanê ragihîne û got: “Em jî dixwazin di nava Herêma Kurdistanê de cîh bigrin. Her wiha heke j ime bê xwestin emê herin li Kerkukê li dijî dijminên ala Kurdistanê şer bikin jî bikin.”