Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Piştî referandûmê serxwebûn e
 
Piştî referandûmê serxwebûn e
2017-04-02 12:50
MediaKurd > info@mediakurd.com
Rayedarên Herêma Kurdistanê êdî helwesta xwe ya di derbarê referandûma serxwebûnê de eşkere kirin, dan zanîn ku îsal wê referandûma serxwebûna Kurdistanê çêbibe. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî heman helwest eşkere kir û mizgînîya lidarxistina referandûmê da Kurdan.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li li hundur be, çi jî li derve be, dîplomasîyek baş kiriye û ji bo serxwebûna Kurdistanê lobîyek baş li seranserê cîhanê çêkiriye. Êdî dixuye ku serxwebûna Kuristanê nêzîk e û piranîya dewletên rojava, Amerîka û Îsraîl wê serxwebûna Kurdistanê nas bikin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guteres û şanda pê re, serdana Kurdistanê kirin. Antonio Guteres, di serdana xwe de piştgirîya xwe da gelê Kurdistanê û pêşmergeyên qehreman. Mijara referandûma serxwebûnê di civîna herdu alîyan de jî hat holê.

Serok Barzanî di serdana Antonio Guteres de jî mijara referandûma serxwebûnê anî holê û piştrast kir ku îsal wê referandûma serxwebûna Kurdistnê çêbibe. Helbet piştî referandûmê jî wê îlankirina serxwebûna Kurdistanê ne dûr, lê nêzîk be. Wê nêzîk be, çunkî piranîya rayedarên dewletên Ewrûpî û Amerîkayê eşkere kiribûn ku ewê rêzê ji biryara gelê Kurd re bigirin.

Sekreterê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guteres, di dema serdana xwe de bang li civaka navdewletî kir ku piştgirî û alîkarîya Kurdistanê bikin û gelê Kurd bi tenê nehêlin.