Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Dijminatîya PKK berdewam e
 
Dijminatîya PKK berdewam e
2017-04-02 12:33
MediaKurd > info@mediakurd.com
Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK/KCK) li hember her nirx û serkeftinên Kurdistnî dijminatîyê dike. Ji bo sînorên dewletên dagîrker neyên guhertin û Kurdistan serbixwe nebe, her dek û dolabê digerîne. Herî dawî li hember bilindkirina ala Kurdistanê jî dijminatîya xwe eşkere kir û rûyê xwe yê rastîn carek din eşkere kir.

Li Kerkûkê bilindkirina ala Kurdistanê di serî de dilê dagîrkerên Kurdistanê û bi taybet jî dilê PKK/KCK û rêvebirên wê yên Tirk êşand. Rayedarên PKK ji rayedarên dewletên dagîrker zêdetir bi bilindkirina ala Kurdistanê êşiyan û li xwe zor anîn. Çima ku ala Kurdistnê li Kerkûkê bilind bû, rayedarên PKK nerazîbûna xwe nîşan dan û li dij derketin.

Yek ji wan rêvebirên PKK/KCK ku bi eslê xwe Tirkekî Alevî Kemalîst e, Mustafa Karasu ye. Kesên wek Mustafa Karasu bi salan e di navenda PKK de kon vegirtine û dijminatîya destkeftîyên Kurd û Kurdistanê dikin. Helwesta Mustafa Karasu ya di derbarê bilindkirina ala Kurdistanê de ji helwesta rayedarên Tirkiye, Îran û Iraqê ne kêmtir e.

Kerkûk bajarê Kurdistanê ye, dilê Kurdistanê ye. Bilindkirina ala Kurdistanê helbet ji Kurdan re girîng û pêwist e, nîşana Kurdistanîbûna Kerkûkê ye. Lê PKK li gor dil û daxwazên dewletên dagîrker tev digere û helwestê datîne. Mustafa Karasu jî wek rêvebirên din yên PKK bi vê helwesta xwe dilê Tirkiye, Îran û Iraqê xweş kir û li dijî bilindkirina ala Kurdistanê derket, xwest ku Kerkûk ne bi Kurdistanê ve, lê bi Iraqê ve bê girêdan.

Mustafa Karasu, di derbarê bilindkirina ala Kurdistanê de ragehand ku, ew bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê qebûl nakin, nabe kesek wê alê (ala Kurdistanê) li ser alîyekî din ferz bikin. Karasu got ku ala Kurdistanê nûnertîya hemû kesî nake û dijminatîya xwe ya li hember ala Kurdistanê raxist holê.