Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Gelo Êzdîyan PKK nas kiriye?
 
Gelo Êzdîyan PKK nas kiriye?
2017-03-27 21:15
MediaKurd > info@mediakurd.com
Gotinek heye dibêjin "Heta me xwe nas kir, me emir derbas kir".

Bi taybet piranîya Kurdên bakur û rojava hîna jî PKK nas nekirine. Kurdên ku bi mal û canê xwe piştgirî dan PKK û zarokên xwe jê re kirin qurban, îro jî di wê bawerîyê de ne ku PKK xizmeta Kurd û Kurdistanê dike, ji bo Kurdistanek serbixwe şer dike. Lê kesên ku dîroka PKK û kiryarên wê zanin, zanin bê PKK çi ye, kî ye û xizmeta kê dike.

Di mijara dagîrkirina Şingalê de jî PKK rûyê xwe eşkere kiriye. Her çiqasî hindek Kurdên Êzdî dabin dû dek û dolabên PKK û tên lîztika wê jî, lê xuyaye hêdî hêdî Kurdên Êzdî jî PKK dinasin û xwe jê dûr dixin.

Berî çend rojan zêdeyî 300 çekdarên Êzdî terka refê YPŞ kirin û derbasî nav refên pêşmergeyên Kurdistanê bûn. Piranîya mezin û nûnerên Kurdên Êzdî yên li Şingalê li dijî PKK helwest danîn û jê xwestin ku terka Şingalê bikin. Wer xuyaye ku Kurdên Êzdî dereng be jî PKK nas kirine û zanin ku PKK ne di xizmeta Kurdên Êzdî û Kurdistanê de ye.

Di vê derbarê de Berpirsê Şaxê 20 ya PDK li Şêxan Mehmûd Êzdî, daxuyand ku "PKK ji bilî zirar, ziyan û têkdanê tiştekî din nake. Êdî Êzdî rastiya PKK naskirine ku xizmeta wê nakin, lewma jî pêwîste zû ji Şingalê derkeve".

Mehmûd Êzdî, bi dewamî anî zimên ku “Eger PKK bi hinceta alîkarîkirina Êzdîyan li Şingalê dimîne, niha pêwîstî bi wan nemaye. Çawa ku hêzên Pêşmerge di dema dijwar de çûn û alîkarîya Kobanê kirin, niha jî pêwîste PKK biçe li Bakurê Kurdistanê navenda xebata xwe bike”.

Mehmûd Ezîz, di dawîyê de got ku PKK ne partîyek Kurdistanî ye. Heke Kurdistanî be û birastî xêra Êzdîyan dixwaze, divê terka Şingalê bike, dev ji revandina zarokên Êzdî berde û karên kirêt neke.