Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Şewitandin û girtina nivîsxaneyên partiyên siyasî
 
Şewitandin û girtina nivîsxaneyên partiyên siyasî
2017-03-24 16:38
MediaKurd > info@mediakurd.com
Akif Hesen

Bombekirin, şewitandin û girtina nivîsxaneyên partiyên siyasî û tevgerên ciwanan li Rojavayê Kurdistanê kiriyarên terorane ne. Ti navên din ji vê yekê re nayên peydakirin.

Gelo ev çi tirse ketî di dilê PKK de ku ewqas har dibe? Çima ji nîşkan ve ewqas çavsor dibe? Ew ketiye paranoyeke bê serûber. Hinekan ji wan re tiştin gotine, lê em nizanin kî ne û çi gotine. Nexwe mirovên li ser hişê xwe vê yekê nakin.

Kiriyarên wiha civaka me hîn zêdetir perçe dikin. Ev ne îşaretên xêrê ne. Yanî hûn, bi çi awayî be jî, dixwazin serê milet bitewînin, wî teslîm bigirin.

Ma dibe mirov hêza desthilatdariyê ewqas xerab li hember gelê xwe pêk bîne? Tu wan ji gelê xwe hesab nakî? Vêca ev misîbetek mezin e.

Tu wan tevan xayîn dibînî? Wê demê rojên hin tarîtir li benda me ne.

Gelo dengekî aqilane di nav pkk tune ye? Ger tune be, welat dikeve tuneleke tarî û ev fersendên dîrokî wek avê di nav tiliyên me re derbas dibin.

Li hember hinek kêmasiyan mirov dikare bêdeng bimîne, lê ev ne kêmasî ne, ev tam teror e.

Gelê li hember van kiriyaran bêdeng bimîne, wî gelî ji zû de koletî heq kiriye.

Yekitî Medîa