Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Erdogan bi Kurdî Newroz pîroz kir
 
Erdogan bi Kurdî Newroz pîroz kir
2017-03-22 14:14
MediaKurd > info@mediakurd.com
Newroz ji alî gelek serokdewletên dinyayê ve hat pîrozkirin. Gelekan ji wan bi zimanê Kurdî Newroza Kurdan pîroz kirin. Yek ji wan jî Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bû.

Serokkomarê Tirkiyê R. T. Erdogan bi heft zimanan peyama pîrozkirina Newrozê weşand. Di nav wan heft zimanan de Kurmancî û Zazakî jî hebû.

Erdogan, di peyama xwe ya zimanê Kurmancî de dostanî, bratî û aştî anî zimên û got: "Em Newroza hemû birayên xwe pîroz dikin û em hêvî dikin ku Newroz ji bo hemû dinyayê bibe mizgîniya aştî, aramî, îstikrar û refahê".

Ev cara yekem e ku serokkomarekî Tirkiyê bi zimanê Kurdî Newrozê pîroz dike. Helbet di vê peyama Kurdî de Erdogan dixwaze dilê Kurdan xweş bike û ji bo hilbijartina 16ê Nîsanê ray û dengê Kurdan bistîne. Lê dîsa jî peyama serokkomarekî Tirkiyê bi Kurdî cîhê balkêşîyê ye.