Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Mesrûr Barzanî Newroz li gelê Kurd pîroz kir
 
Mesrûr Barzanî Newroz li gelê Kurd pîroz kir
2017-03-21 11:41
MediaKurd > info@mediakurd.com
Şêwirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta cejna Newrozê peyamek pîrozbahiyê belav kir û cejna gelê Kurd pîroz kir.

Peyama Mesrûr Barzanî ev e:

“Sersala Kurdî û cejna netewî ya Newrozê li tevahiya aliyan pîroz dikim
Sersal û cejna netewiya Newrozê li malbetên serfiraz yên şehîdan, Pêşmergeyên leheng û qehreman, karmendên dezgehên ser bi civata ewlekariya Kurdistanê, polîs û tevahiya gelê berxwedêr yê Kurdistanê pîroz dikim û hêviya cejneke xweş û karmeran ji wan re dixwazim.

Niha ku dever di nava guhertinên bilez de ye, hêviya pêşerojeke geş bo gelê me ji me tê kirin, çawa Pêşmerge bi qehremanî û qurbanîdan û welatiyên Kurdistanê jî bi berxwedan astengiyên heyî derbas kirin her wisa jî lazim e tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî bi yek helwest, yek îrade û bi canê nîştimanperwerî û hezkirin ji xak û netew li hember tevahiya wan metirsiyan rawestin, da ku bikaribin ew qonaxa han derbas bikin û bigehêjin bi xweziyên şehîdan ku xweziya sazmandehî kirina nîştiman û welateke serfiraz û bihêze û lazim e em jî bo vê yekê pêngavên xwe bileztir bikin, daku li hember xwîna şehîdan, karesatên ku rastî gelê me hatine di enfal û komkujiyan de, dewleta serbixwe bikin xelat û diyarî bo gelê Kurdistanê.

Her bi vê minasebeta han daxwaz ji tevahiya dezgehên ewlekarî dikin, weke hertim hişiyar û çav vekirî bin bo dabîn kirina rewşeke aram û biewle bo tevahiya welatiyên hêja û birûmet û ew kesên ku jiber tundûtîjî û şerên deverên din berê xwe dane Kurdistanê.

Şêwirmendê Civata Ewlekariya Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

20 Adara 2017”