Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PYD Newroz jî qedexe kir
 
PYD Newroz jî qedexe kir
2017-03-20 10:12
MediaKurd > info@mediakurd.com
Girtin û qedexekirina dezgeh û partîyên Kurdistanê ne bes bûn, PYD bi kiryarek din xwe rûreş kir û Newroza gelê Kurd jî qedexe kir. Dagîrkerekî wek malbata Esed Newroz li Kurdan qedexe nekiribû. Lê PYD bi qedexekirina Newrozê carek din nîşan da ku ew ne Kurd e, li dijî destketin û nirxên Kurd û Kurdistanê ye.

Asayîşa PYD bi hinceta ewlekarîyê pîrozkirina Newrozê li Kurdên Rojava qedexe kir. Helbet "ewlekarî" tenê hincet in. PYD naxwaze Kurdên Kurdistanî û alîgirên ENKS derkevin kolanan û bi alên Kurdistanê Newroza xwe pîroz bikin. Mesele hemû ev e.

Baş e, madem pirsgirêk ewlekarî ye, ma Rojava ne di destê we de ye? Çima gava hûn çalakîyên xwe pîroz dikin pirsa ewlekarîyê nayê holê?

Ji alîyê din, PYD ji kesên ku ala Kurdistanê hildigire 200 Dolar wek ceze ji wan distîne. Bi qedexekirina cejna Newrozê êdî rû û rûçikên PKK û PYD bê şik û guman eşkere bûye û ew jî dijminatîya nirx û pîrozîyên Kurd û Kurdistanê ne.