Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PDK kiryarên PKK şermezar kir
 
PDK kiryarên PKK şermezar kir
2017-03-15 22:24
MediaKurd > info@mediakurd.com
Wek tê zanîn, PKK, ango PYD û asayîşa wê, li Rojavayê Kurdistanê tiştek namîne ku nayne serê partî û dezgehên Kurd ên ku ne hevanbendên wan in. Wek rayedarên ENKS jî tînin zimên, PKK ji rejîna Beşer Esed zêdetir zilm û zorê li Kurdên Rojava dike û tehamilê ji xebatên siyasî yên ENKS re nake.

Vê dawîyê, asayîşa PYD li bajarên Ampdê, Hesekê û Dêrikê avêtin ser mal û ofîsên ENKS, alên Kurdistanê ji ser ofîsên wan anîn xwarê û ofîsên wan girtin. Hemi dezgeh û sazî û partîyên ENKS hatin girtin.

Di vê derbarê de Ofîsa siyasî ya Partî Dîmokratî Kurdistan daxuyanîyek belav kir, kiryarên PKK û PYD şermezar û rûreş kir.

Ev jî daxuyanîya PDK ye:

Em bi dilgiraniyeke mezin nûçeya aloziyên çêkirî yên leqê PKKê yê li Kurdistana Rojava dibihîsin, ku bi dîktatorî reftarê dike û bi dare zordarê û hêza çek û teqandin xwe sepandiye û hemû partî û rêxistinên siyasî xistine bin terora fikrî û siyasî û serkirdatî û endam û alîgirên wan dike derê û zîndanên xwe tije kirine ji xebata Kurdan û hemû çalakiyên siyasî qedexe kiriye û bêyî ti hincetekê êrişî ser baregehên wan dike û wan talan dike û dişewitîne. Em weke Partiya Demokrata Kurdistanê bi dilgiraniyeke zêde, em wan cure reftaran bi tundî şermezar û mehkûm dikin”.

PKK li Rojava di bin navê PYDê de bilindkirina Alaya Kurdistanê û endamên partiyên ENKSê û her partiyeke din a ji bilî PKKê bi tawan dide zanîn û bi hizir û reftar li dijî hemû nirx û dirûşmeke Kurdistanî û serxwebûnxwaziyê ye û destê xwe tevli hemû wan projeyên herêmî kiriye, ku rê ji ji serkevtina xebata netewî û niştimaniya Kurdan digirin û heta bûye hêzek ku li gorî xwestekên wan pîlanan tevdigere.

Ew reftarên PKKê ku bi navê PYDê ve dike, ji bilî qorixkirina qada siyasî û hemû şêwazên çalakiyên sivîl û demokratîk, herwiha dijatiyeke rûvekirî (aşkere) ya li hember xebata bi salan a gelê xweragirê Kurd li Rojava ji bo mafên xwe yên rewa ye. Hevdem ku PKK lihevkirinên jêr bi jêr (veşartî) ên îstîxbaratî bi rejîmên herêmî re dike û xwe dike beşek ji pîlanên herêmî yên encam nediyar, qurbanîdana Kurdan û xwîna hemû wan xortên egîd bi heder dide ku di şerê li dijî terorîstan de û ji bo rizgarkirina xaka Kurdan de cane xwe bexşîn.

Ofîsa siyasî

Partî Dîmokratî Kurdistan

15-3-2017