Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Salvegera jidayikbûna M. Barzanî
 
Salvegera jidayikbûna M. Barzanî
2017-03-14 13:28
MediaKurd > info@mediakurd.com
14 Adarê, salvegera jidayîkbûna rêberê şoreş û tevgera netewî ya Kurd Mela Mistefa Barzanî ye. Wek her salê, îsal jî Kurd li ser gora rehmetî kom bûn, jê re dua kirin û ew bi bîr anîn.

Mela Mistefa 14ê Adara sala 1903an de li gundê Barzan ji dayîk bû. Barzanî di sê saliya xwe de ji ber niştimanperweriyê bi malbata xwe ve ji aliyê dewleta Osmanî ve hat girtin û ket zîndanê. Mela Mistefa di temenê xortaniyê de tev li şoreşa Barzanî bû, piştî wê berê xwe da Kurdistana Rojhilat û tev li damezirandina Komara Kurdistanê bû. Piştî hilweşandina Komara Kurdistanê bi 500 kes û hevalên xwe ve derbasî Sovyetê bû. Piştî 11 salan dîsa vegeriya welatê xwe. Piştî nakokîyên bi hikûmeta Bexdayê re dest bi “Şoreşa Îlonê” kir.

Mistefa Barzanî ji bo azadîya milletê Kurd û serxwebûna Kurdistanê bê rawestan şer kir û bingeha serketin û destketinên îro avêt. Ked û xebata Barzanî Kurd gîhandin vê roja pîroz ku êdî serxwebûna Kurdistanê nêzîktir bûye û li ber avakirinê ye.

Rehma xwedê li wî û li temamê şehîdên doza Kurd û Kurdistanê be.