Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK Ereban tîne Şingalê
 
PKK Ereban tîne Şingalê
2017-03-14 13:19
MediaKurd > info@mediakurd.com
PKK ji bo ku ji Şingalê dernekeve û alozîyên mezintir pêk bîne, her tiştî dike. Li ser navê Kurdên Êzîdî Erebên sûriyê tîne Şingalê û bi wan Ereban li dijî pêşmergeyên Kurdistanê provokasyonan lidar dixe.

Rêveberê bajarokê Sinûnê Nayîf Seydo, da zanîn ku "PKK hinek kesên Ereb ji Sûriyê derbasî Xanesorê kirine û xwepêşandan bi wan daye kirin. Wan Ereban 15 alayên cuda bilind kirine û provokasyon pêk anîne. Kes nizane ew kî ne û ew alayên ku bilind kirine jî yê kîjan partî û rêxistinê ne".

Li gor gotinên Nayîf Seydo, ew Erebên ku li nav Xanesorê xwepêşandanê dikin xwe wek Kurdên êzîdî didin nasîn û daxwaz dikin ku Pêşmerge ji bo paraztina wê herêmê neyê şandin.

Wek tê zanîn, PKKê roja 3ê Adarê li Xanesorê ya Şingalê li dijî pêşmergeyên Rojava şer dabû destpêkirin. Fermandarekî PKK gotibû ku ew xwe ji bo şerekî mezin amade dikin. Anîna Erebên Sûriyê jî parçeyek ji vî şerê qirêj e.