Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Esed û kurê wî wek PKK zilm li Kurdan nekirine
 
Esed û kurê wî wek PKK zilm li Kurdan nekirine
2017-03-11 12:14
MediaKurd > info@mediakurd.com
Zilm û zora PYD û asayîşa wê li ser endam û rêvebirên ENKS û partîyên Kurdî berdewam in. Roj namîne ku asayîşa PYD negrin ser mal û ofîsên partîyên Kurdî û zilmê li wan nekin. Piştî şerê li Şingalê û hewldanên derbasbûna Pêşmergeyên roj ji bo Rojavayê Kurdistanê, zilm û zordarîyên PYD zêdetir bûn. Li Qamişlo, Hesekê û bajarên din ofîsên ENKS û partîyên Kurdî hatin şewitandin, endam û rêvebirên wan hatin girtin û êşkencekirin.

Di vê derbarê de Nûneratîya ENKS ya li Herêma Kurdistanê daxuyanîyek da çapemenîyê û anî zimên ku "tiştên ku rêjîma Beas a Sûrîyê di derheqê Rojavayê Kurdistanê de nekarîbû bike, PKK anî serê Rojava".

Berpirsê Nûneratîya ENKS yê li Herêma Kurdistanê Xalid Elî, di civîna çapemenîyê de ragihand û got: “Ew endamên me yên ku PKK ew avêtine binê zindanan, xwedîyê xebatek dûr û dirêj in û bawerîya wan bi mafê gelê wan û bi Kurdistanek azad heye. Divê bê zanîn ku kes nikare rih û canê Kurdayetîyê ji dilê xelkê Rojavayê Kurdistanê derxîne”.

Xalid Elî, bal kişand ser têkilîyên rejîma Sûrîyê û herweha got: “Rejîma Sûrîyê ji bo jinavbirina tevgera rizgarîxwaza Kurd PKK berda ser çavê me. Yekem terorkirina siyasetmedarên Kurd ên Rojava bi destê PKK bû û heta niha jî terora wê berdewam dike”.

Xalid Elî, li ser zilm û zordarîyên PKK û PYD jî axivî, ew şermezar kirin û got: "PKK li Rojava darê destê rêjîma Sûriyê ye. PKK qet ne aliyekî Kurdî ye. Siyaseta wê faşil e. Ew karên ku PKK li Rojavayê Kurdistanê kiriye, ne Beşar Esed û ne jî bavê wî nikarîbûn bînin serê me. PKK ne tenê zilm û zordarîyê li gelê Kurd dike, herweha demografîya Rojavayê Kurdistanê jî guhertiye".