|
Provokasyon û komployên reş û tarî |
|
2017-03-04 17:36 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Li Şingalê çekdarên girêdayî PKK (Yekîneyên Paraztina Şingalê-YPŞ) êrîşî Pêşmergeyên Roj kirin û di encama şer de ji herdu alîyan kujtî û brîndar çêbûn.
Her ku serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibe û her ku Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Ewrûpayê dîplomasîyek baş ji bo serxwebûna Kurdistanê dike, provokasyonên PKK, YNK û Tevgera Goran dest pê dikin.
Berî bi çendakê pêşnergeyên YNK girtin ser Kerkûkê û dest danîn ser çend bîrên petrolê.
Niha jî PKK û hêzên pê be girêdayî êrîşî Pêşmergeyên Roj kirin û dest bi provokasyon û komployên kirêt kir.
PKK û beşên wê yên wek PYD û YPŞ di pêşîya serxwebûna Kurdistanê de astengên herî mezin in.
Rêvebirên PKK eşker dibêjin ku "em serxwebûna Kurdistanê naxwazin û emê rê nedin ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye parçe bibe".
Heman gotinan rêvebirên PYD û YPŞ jî dibêjin. Berdevkên YPŞ eşkere dibêjin ku "em ne Kurd in, em Êzîdî ne û em peran ji Haşbî Şabîî û hikûmeta Bexdayê distînin".
PYD ji xwe ji bo rejîma Esed kar dike û radestkirina bajarê Membîcê nîşana vî tiştî ye.
Bi provokasyon û komploya Şingalê PKK dixwaze êrîşên dewleta Tirkiye û Îranê bîne ser Barzanî da ku wek rojava li Şingalê jî dewleta Tirk û Îran herêmek tampon çêkin û têkilîya başûr û rojavayê Kurdistanê ji hev qut bikin û rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigrin.
Serokek ji yê PKK Riza Altun (ku bi xwe Tirkê bajarê Kayserîyê ye û ne Kurd e) ji ANF re bi eşkereyî got ku "em ji bo yekîtîya xaka Iraqê li Şingalê ne" û armanc û komployên PKK eşkere kirin.
Şerê li Şingalê û provokasyonên PKK, Goran, Haşdî Şabîî û beşek ji YNK ji yek û heman navendên reş û ratî tên organîzekirin û her çar rêxistin jî bi taybet xizmetê ji plan û projeyên Îranê re dikin.
Piştî şerê li Şingalê û provokasyonên PKK (YPŞ), asayîşa PYD û YPG li rojavayê Kurdistanê jî dest bi provokasyon û komployên tarî kirin, avêtin ser baregehên ENKS û gelek mal û navendên wan şewitandin.
Herweha alîgirên PKK li Bruksel û hinek welatên Ewrûpayê êrîşî navendên hikûmeta Kurdistanê kirin û dîsa Kurd di çavên Ewrûpî û dinyayê de piçûk kirin.
Ev êrîş, provokasyon û komployên reş û hevbeş xizmetê ji dagîrkerên Kurdistanê re dikin û tu fêda van provokasyonan ji Kurd û Kurdistanê re tuneye.
PKK ji roja ewil de ji bo astengkirina tevgera azadî û serxwebûna Kurdistanê hatiye damezirandin û îro jî di xizmeta dewletên dagîrker de dijminatîya tevger û xeta netewî dike.
Her çiqasî PKK û xizmetkarên Îranê dijminatîya PDK û Barzanî bikin jî, êdî şûr ji kalan derketiye û dewletên mezin yên cîhanê li pişta Kurdan û li pişta Barzanî ne, piştgirîyê didin serxwebûna Kurdistanê.
Provokasyon û komployên PKK, Goran û YNK belkî serxwebûna Kurdistanê hinekî li paş bixin, lê ewê nikaribin rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigrin.
|
|
|