Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Emîn Çolajan heqaret li Serok Barzanî kir
 
Emîn Çolajan heqaret li Serok Barzanî kir
2017-03-01 14:05
MediaKurd > info@mediakurd.com
Nivîskarê rojnameya Hurrîyet a Tirkî û nivîskarê nîjadperest û dijminê qewmê Kurd Emîn Çolajan heqaret li Serok Barzanî kir û rûyê xwe yê kirêt dîsa eşkere kir.

Emîn Çolajan, ku Tirkekî dewşîrme ye û kes nizane bezê bin guhê bavê wî ji ku ye, li dijî serdana Mesûd Barzanî ya Tirkiyê derket, hem heqaret li Barzanî kir, hem jî li ala Kurdistanê kir.

Li balafirgehên Stenbol û Enqerê ala Kurdistanê li gel ala Tirkiyê û Iraqê hat daliqandin. Daliqandina ala Kurdistanê li Tirkiyê nerazîbûnek mezin di nava nîjadperest û sosyal demokratên mîna MHP û CHP de derxist holê. Hinek nivîskarên rojnameyên Tirkiyê jî verşîyan û dijminatîyek mezin li dijî Barzanî û ala Kurdistanê kirin. Yek ji wan jî nivîskarê nîşadperest û dijminê riknê milletê Kurd Emîn Çolajan bû.

Emîn Çolajan, çima ku Barzanî alîkarî daye PKK û PKK li ser xaka başûrê Kurdistanê paraztiye, wek "alçax", "serokeşîr" û "eşqîya" nîşan da. Ala Kurdistanê jî wek "paçikek bêqîmet" nîşan da.

Li ser vê dijminatî û heqaretên nivîskarê rojnameya Hurriyetê Emîn Çolajan, parêzerê Kurd Alî Bayram di warê hiqûqî de doz li Emîn Çolajan vekir û got: "Emîn Çolajan di kesayetîya Barzanî de heqaret li hemû Kurdan kiriye".

Ji alîyê din, hinek rêxistin û partîyên bakurê Kurdistanê jî helwest û nivîsa Emîn Çolajan şermezar kirin û nalet lê barandin.

http://www.sozcu.com.tr/2017/yazarlar/emin-colasan/bu-adi-herif-yine-turkiyede-1704037/