|
Baydemîr: Ala rengîn ala hemû Kurdan e |
|
2017-03-01 13:51 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Piştî ku Berdevkê HDP Ayhan Bilgen hat girtin, Osman Baydemîr wek Berdevkê HDP hat hilbijartin. Osman Baydemîr bi dil û mejîyê xwe ji gelek wekîl û rêvebirên HDP Kurdtir e û ji ber vê yekê jî dilê wî zêdetir ji Kurd û Kurdistanê re dixwaze.
Osman Baydemîr, bi minasebeta hatin û serdana Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji çapemenîyê re axivî û bersiva hinek pirsên çapemenîyê da.
Osman Baydemîr, serdana Batrzanî ya Tirkiyê erênî nirxand û wek serdanek dîplomatîk piştrgirî kir. Baydemîr, ji bo daliqandina ala rengîn û rexneyên nîjadperestên Tirk jî dîtinên xwe anî zimên û got: "Li balafirgehan pêlvedana ala rengîn ji ber sedemên dîplomasîyê ye. Ala rengîn ala hemû Kurdan e".
Osman Baydemîr, di derbarê têkilîyên Tirkiyê de jî helwesta xwe eşkere kir û got ku "Em ji têkilî û dostanîya Tirkiyê û Herêma Kurdistanê dilxweş û bextewar in. Em hêvî dikin Tirkiye van têkilîyên dostane bi hemû Kurdan re, bi 20 milyon Kurdên Tirkiyê re û bi Kurdên Rojava re jî deyne".
|
|
|