Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Nîşana guhertinên nû
 
Nîşana guhertinên nû
2017-02-27 16:05
MediaKurd > info@mediakurd.com
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja Yekşemê serdana Tirkiyê kir. Di dema serdana Barzanî de hem li balafirgeha Stenbolê û hem jî li balafirgeha Enqerê ala Kurdistanê li gel ala Tirkiyê û Iraqê li asîmanên Tirkiyê pêl da. Ev cara yekem e ku dewleta Tirk ala Kurdistanê bi awayekî fermî li asîmanên xwe dide pêlandin. Û ev jî wek nîşana guhertinên nû hat nirxandin.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di serdana xwe ya Tirkiyê de bi Serokkomar Erdogan, Serokwezîr Binali Yildirim û bi hinek siyasetmedarên Kurd re hevdîtin kirin. Serdana Barzanî ji alî piranîya siyasetmedarên Kurd ve serdanek erênî hat dîtin û ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştîyê hêvîyek mezin da derûdorê.

Di serdana Barzanî û rayedarên Tirkiyê de mijarên wek DAÎŞ, petrol, pêvajoya aştîyê, derbasbûna Pêşmergeyên Roj, rewşa rojavayê Kurdistanê û têkilîyên aborî û siyasî hatin gotubêjkirin. Helbet Barzanî di serdana xwe de serxwebûna Kurdistanê jî anî rojevê û behsa pêşeroja Kurdistanê jî kir.

Serdana Barzanî û pêlvedana ala Kurdistanê ji alî nîjadperestên Tirk, partîya CHP û alîgirên PKK ve bi neyartî hat rexnekirin. Alîgir û çapemenîya PKK, alîgirên CHP û MHP di dijberîya Barzanî û ala Kurdistanê de bûn yek û di kesayetîya Barzanî de dijminatîya Kurdistanê kirin.

Helbet meriv dijminatî û neyartîya MHP û CHP fêhm dike. Lê gava PKK jî dikeve refê wan nîjadperestan û dijminatîya Kurd û ala Kurdistanê dike, zêdebûna ser kezebê ew e. PKK û çapemenîya wê carek din rûyê xwe yê kirêt û helwesta xwe ya dijminatî pêşberî awira gelemperî kir û perda ser rûyê xwe hilanî.